Cenazeyê Seropyan spartin axê
Edîtorê Rojnameya Agosê Sarkîs Seropyan bi newayên Ermenî yên olî li Stenbolê hat oxirkirin.
Edîtorê Rojnameya Agosê Sarkîs Seropyan bi newayên Ermenî yên olî li Stenbolê hat oxirkirin.
Edîtorê Rojnameya Agosê Sarkîs Seropyan bi newayên Ermenî yên olî li Stenbolê hat oxirkirin.
Edîtore Rojnameya Agosê Sarkîs Seropyan bi newayên Ermenî yên olî hat oxirkirin. Ji bo Seropyan li Dêra Surp Vartanants a ku li Ferîkoya Şîşliyê ye merasîma olî pêk hat. Hevseroka HDP'ê Ayşe Erdem, xebatkarên rojnameya Agosê, malbata Seropyan û gelek rojnameger û endamên saziyên sivîl tevlî merasîmê bûn. Piştî merasîma olî li dêrê berdevkê Patrîkxanê Serkêşe Aret Anuşyan axaftinek kir. Anusyan anî ziman ku Seropyan her tim rastî digot û lêkolîn dikir.
Piştî merasîmê welatî ji dêrê heta avahiya rojnameya Agosê ya ku li ser rêya Halaskargaziya Şîşliyê li pişt erebeya cenazeyê meşiyan. Pankarta "Bi xatirê te ustad Seropyan" ya wêneyê Seropyan li ser hebû hat vekirin. Derhênerê Weşana Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan axivî. Danzîkyan bi gotinên "Em îro li vir ustadekî xwe bi rê dikin. Ustad Seropyan bi salan di vê avahiye de xebitî û bi me re bû" dest bi axaftina xwe kir. Danzîkyan derbirî ku Seropyan zimanê Ermenî jî pir zanîbû û wiha axivî: "Em hemû ji Seropyan hînî gelek tiştan bûn. Oxir be hemû tiştê rojnameyê oxir be. Em ê pir bêriya tê bikin."
Piştî axaftinê cenazeyê Seropyan li Goristana Ermeniyan a li Taxa Buyukdereya Şîşliyê bi newayên Ermenî yên olî hat defînkirin.