Li Erîvanê qirkirina Êzidiyan hat nîqaşkirin

Bi nêzîkbûna 100. salvegera qirkirina Ermeniyan Ezidî jî ketin nava hewldanan.

Bi nêzîkbûna 100. salvegera qirkirina Ermeniyan Ezidî jî ketin nava hewldanan.

Li  paytexta Erîvan a Ermenîstanê, ciwanên Êzidî qirkirina Ermeniyan a di navbera 1915 û 1918’an de pêk hatiye, hefteyek berê li Parlamentoya Ermenîstanê nîqaş kirin.

 Ji aliyê  partiya Jarangûtyûn Zarûhî  Postancyan û partiya BHK Naîra Zohrabyan, ji bo ku pirsgirêka fermana Êzidiyan ji aliyê Dewleta Ermenîstanê ve bê qebûlkirin, daxwazname dan parlamentoyê û li parlamentoyê bi qasî 40 deqeyan nîqaş hatin kirin. Piştre ji aliyê parlamenteran ve hat nîqaşkirin. Lê qirkirina Êzidiyan nehat qebûlkirin. Hat gotin ku divê Êzidî belgeyên fermî yên di aliyê dîrokî de kom bikin û piştre wê carek din di parlamentoyê de nîqaş bikin.

 Îro jî, ji aliyê Serokê Saziya Sîncar, Borîsê Miraz ve daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê qirkirina Êzidiyan bê qebûlkirin.

Borîsê Mîraz ji ajansa me re axivî û got: “Em dixwazin ev pirsgirêka qirkirina Êzidiyan jî di cîhanê de were qebûlkirin. Em di vê mijarê de dereng jî mane lê çi dibe bila bibe jî em dixwazin ev mijar bê rojevê. Em ji bo vê çûn cem Alîkarê Serokê Parlamentoya Ermenîstanê Edûard Şarmazanor.  Borîzê Mîraz got ku wan li ser vê mijarê pêşnûmeyek daye Parlamenterên Ermeniyan û got: “Ji me belge xwestin. Gotin belgeyên di navbera sala 1915 û 1918’an bînin. Gotin wê li ser van belgeyan dîsa nîqaş bikin. Ji ber vê yekê ez bang li hemû gelê me dikim ku ger belgeyên der barê qirkirina Êzidiyan destên wan de hebin bila bişînin ji me re.”