Endamên Komîsyona Edalet û Heqîqetan a ÎHD’ê Şaxa Stenbolê, ji ber tevî ku li ser komkujiya Roboskî 1180 roj derbas bûye jî pêvajoyeke darizandinê nehatiye destpêkirin, ji bo şermezarkirinê li Qada Galatasaray kom bûn.
Komîsyona Edalet û Heqîqetan a ÎHD’ê Şaxa Stenbolê ya bi şîara ji Roboskî re edalet her 28’ê mehê li Qada Galatasaray kom dibin, ji bo cezakirina qatilan çalakî li dar xistin. Parêzvanên mafên mirovan ên piştgirî dan çalakiya Platforma Mafên Astengdaran a li Qada Galatasaray, diyar kirin li hember hikûmeteke di sedsala 21. de li astengdarên xwe xwedî dernakeve divê tevayî welatî helwest bigirin.
QETILKIRINA LI ROBOSKIYÊ BERDEWAM DIKE
Piştî vê destekê, pankarta wêneyên 34 zarok û ciwanên li Roboskiyê hatin qetilkirin û nivîsa “Ji Roboskî re edalet, bila berpirs bên darizandin” hate vekirin. Li ser navê endamên ÎHD’ê Mîne Nazar daxuyanî xwend. Nazar bal kişand ser pêvajoya darazê ya komkujiya Roboskiyê û diyar kir ku mablatan dosyaya ku biryara neşopandinê li ser hatiye dayîn pêşkêşî Dadgeha Qanûna Bingehîn kirine, dadgehê têkildarî bûyerê nêrîna Wezareta Dadê wergirtiye. Nazari bal kişand ser nêrîna skandal a Wezareta Dadê pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kir û destnîşan kir ku Wezareta Dadê ya ku hiqûqê piştguh kiriye, bêdengiya xwe ya li hemberî hêzên ewlekariyê yên ku heqaret dikin, zarokan dikujin û li hemberî cinayetên jinan bê deng dimînin, didomîne. Nazarî destnîşan kir ku hêstiran jî para xwe ji vê nêzîkatiya keyfî wergirtine û da zanîn hêstirên ku gelê Roboskiyê debara xwe bi wan dikirin ji aliyê leşkeran ve hatine qetilkirin.