Di doza Ebexê de pêşketinek tine
Rûniştina doza têkildarî qetilkirina du gerîla û xwendekarekî lîseyê ya li Ebexê, îro pêk hat û carek din tiştek ji dozê derneket.

Li navçeya Ebex a Wanê bûyera înfaza du gerîla û xwendekarekî lîseyê qewimîbû û piştî bûyerê doz hatibû vekirin. 10. rûniştina dozê îro hat dîtin. Daxwaza girtina gumanbaran nehat qebûlkirin.
LEŞKERAN ÎXBAR KIR
Di 7’ê Cotmeha 2009’an de gerîlayên HPG’ê yên bi navê Sunullah Kesercî, Necmeddîn Ahmet Hasa û xwendekarê lîseyê Îbrahîm Atabay hatibûn înfazkirin û bûyer wekê ku pevçûn hat nîşandan. Lê 9 leşkerên beşdarî operasyonê bûn îxbar kirin û li ser vê lêpirsîn hat destpêkirin.
17 leşker ku di nav de albay, bînbaşi û ustegmen jî hebûn di 22’ê Gulana 2012’an de bi sûcê ‘ji qestî kes kuştine’ hatin girtin. Ji bilî Albay Vecidî Halîl Îyîgun, 16 leşker hatin berdan. Îyîgun jî di 7 cotmeha 2013’an de hat berdan.
10. rûniştina dozê îro li 6. Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê pêk hat. Yek ji parêzerên mexduran Sînem Coşkun daxwaz kir ku gumanbar bên girtin, anî ziman ku di dozên weke vê de gumanbar bê ceza hatin hiştin û daxwaz kir ku di vê de wisa nebe.
Heyeta dadgehê daxwaza girtina bersûcan red kir û biryar da ku li benda rapora otopsiya ji Saziya Tipa Edlî xwestine bimînin.
Doz taloqî 6’ê Hezîranê hat kirin.