Ji Ocalan ji bo konferansa li Hamburgê peyam
2'yemîn Konferansa Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re, li bajarê Hamburg ê Elmanyayê dest pê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam ji konferansê re şand.
2'yemîn Konferansa Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re, li bajarê Hamburg ê Elmanyayê dest pê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam ji konferansê re şand.
Ocalan di peyama xwe de got: “Ji ber ku ez weke şervaneke azadiyê ku hebûna xwe weke dijberê modernîteya kapîtalîst daye nasîn, ramanên ku min pêş xistine bi we re parve dikim, di nava heyecanê de me.”
Ocalan peyamek ji konferansa ku ji aliyê pêkhateya “Network for an Alternative Quest” (Tora Lêgerîna Alternatîf” ku ji tevî Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aşitî gelek saziyên Kurd û Elman ve hate lidarxistin, re şand.
Peyama Ocalan wiha ye:
Beşdarên Hêja;
Ez di şexsê hemû beşdarên konferansê de hemû Lêgerên Heqîqetê bi rêzdarî silav dikim. Konferansa we ji bo ronîkirina û pêkanîna paradîgmaya azadiya sereke ya roja me û pêşeroja me xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji ber vê jî ez bawer dikim ku wê konferansa we ji bo pêkanîna utopyaya azadiya mirovahiyê feydeke gelek bi wate bi xwe re bîne. Min dixwest ez li cihê konferansê di nava we de bim. Lê ez bi wê yekê dihesim ku bi hemû hest, raman û ruhê têkoşînê di nava we de me. Ji ber vê çendê, ez weke şervaneke azadiyê ku hebûna xwe weke dijberê modernîteya kapîtalîst daye nasîn, ramanên ku min pêş xistine bi we re parve dikim, di nava heyecanê de me.
Modernîteya kapîtalîst di gelek aliyan de gihiştiye wê astê ku nema êdî dikare xwe bidomîne. Ger em bi tiliyan bihejmêrin, zêdebûna şêniyê, tunebûna çavkaniyan, rûxandina hawirdorê, qelşên (derz) civakî yên bi awayeke bê sînor mezin dibin, girêyên exlaqî yên ku ji hev vedibin, jihevqutbûna jiyanê ya ji dem û cih, windabûna bandorkerî (tesîrkerî) û hevsengiya jiyana di nava stresê de, komikên çekên nukleerî yên ku cîhanê vediguherînin çolan, şerên bê dawî yên ku hemû bingehên civakê dihejînin mehşereke rasteqîn tînin bîra mirov. Gihiştina vê astê bi xwe nîşan dide ku Rejîmên me yên Heqîqetan îflas kirine. Ez naxwazim tabloyeke bêhêviyê nîşan bidin. Lê em nikarin li hemberî windabûna jiyanê di nava xwe de bê deng bimînin û tu qîran nedin.
Modernîteya Rojava (rojavayê cîhanê) ya ku ji her sê tiştên; endustriyalîzm, netewe dewlet û kapîtalîzmê pêk tên serdema herî bi xwîn a dîrokê ye. Ev modernîteya ku xwe dispêre van sê tiştên ku tevlî hev du bûne, vediguherin şerê navxweyî yê civakê (faşîzm), her wiha vediguhere şerên di navbera dewlet, netewe, herêmî û şerên cîhanî. Li ser vî esasî em her tim dubare dikin, şêwazên çêbûn û parvekirina qezencan hene. Netewe-dewletan pîşesazîbûnê (endustrîlebûnê) weke hedefa xwe ya sereke nîşan da, bi vî awayî xwestek û wesfdariya kapîtalîstbûnê tîne rojevê. Gava kapîtalîstan netewe-dewletê ji bo xwe weke hedefa siyasî destnîşan kirin, nîşan dan ku enceq ew dikarin netewe-dewletê bi zemqkirina nijadperestiyê pêk bînin û ji bo vê yekî bal kişandin ku ev şêweya rêkûpêkiyê ya dewletê ji bo qezencê gelek pêwîst e.
LI DIJÎ KAPÎTALÎZMÊ SÎSTEMA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK
Rewşa şerê topyekûn ê modernîteya kapîtalîst li hemberî civakê pêkanîna modernîteya demokratîk ji hemû demê lezgîntir û neçarîtir dike. Modernîteya demokratîk ku hebûna hêzên şaristaniyên demokratîk a roja me ya îro ye, ne bîranîna serdemeke zêrîn a dema borî ye, ne jî utopayek têkildarê pêşerojê ye. Sekn û hebûna hemû ferd û yekîneyên civakî yên ku ne li gorî hebûn û berjewendiyên sîstema kapîtalîzmê ne.
Ji bo ev yek bibe alternatîf, divê sîstema xwe ya li hemberî moderînteya kapîtalîst a ku ji sê linga; kapîtalzîm, endustriyalîzm û netewe-dewletê pêk tê, pêş bixe. Mirov dikare li hemberî van sê lingan; bi navê civaka demokratîk, eko-endustrî û konfederalîzma demokratîk ên ku modernîteya demokratîk pêk tînin pêşniyar bike. Bi mîrasê şaristaniya demokrtîk re, şansê serkeftinê yê dijberên sîstemê di nava sîstema nû de zêde dibe.
Konfederalîzma demokratîk wê bibe şêwaza polîtîk a sereke ya modernîteya demokratîk û wê ji bo xebatên ji nû ve avakirinê roleke jiyanî hilbigire. Modernîteya Konfederalîzma demokratîk li hemberî pirsgirêkên etnîkî, olî, bajarvanî, xwecihî, herêmî û neteweyî yên ku çavkaniya xwe ji modela civaka faşîst, yek reng, monolîtîk û homojen a ku bi destê netewe-dewletê hatiye avakirin digire, vebijarka (tercîh) neteweya demokratîk pêşkêş bike û bibe çareserî. Di modela neteweya demokratîk de hemû rasteqînên etnîsîte, têgihiştinên olî, bajarvanî, herêmî, xwecihî û neteweyî xwediyê wî mafî ne ku bikarin bi pêkhateya federe û bi nasnameya xwe ve cihê xwe di nav de bigirin.
Serdestiya bîrdoziya modernîteya demokratîk ji pencereya perspektîfa desthilatperest û dewletperest ve li pirsgirêkan nanêre. Him sîstemên şaristaniyê yên ku di çarçoveya desthilatî û dewletê de di dîrokê de hatine pêşxistin, hem jî modernîteya kapîtalîst a ku di serdema be de nunertiya şaristaniyên dîrokî dike, bi perspektîfên desthilatî û dewletî li pirsgirêkên civakî dinêrin. Dewlet û desthilatiya ku dixwaze van pirsgirêkan bi rêbazên tundiyê çareser bikin bi xwe dibin çavkaniya van pirsgirêkan.
Bi rastî jî nexweşiya desthilatiyê jiyanê dikuje. Serdema modernîteya demokratîk ku li cihê ku jiyan bi nexweşiya desthilatiyê hatine windakirin, ew serdema civaka ku desthilatî têde tune ye û jiyana azad a jinan, ekolojîk, aborî keşif kiriye û têde heye. Neteweyên modernîteya demokratîk ne ji wan projeyên ku wê bêyi jinan bê danîn û pêk anîn e. Berevajiyê vê yekê, şoreşên ku wê di her gavekê de bi parvekirina zanîstîbûn û çalakbûna jinan bê pêkanîn in. Civaka aborî; ji bo avakirina vê yekê wê bi pêşengiya jinan pêk bê û ji bo ji nû ve avakirina vê yekê pêwîstî bi hêza komunal a jinan heye. Zanîsta ekolojî ew zanîst e ku tenê dikare bi hestyarî jinan bi civakê re bigihin hev e. Ji ber ku jin weke nasname jî hawirdorperestî ye. Bi kurtî modernîteya demokratîk çaxa şoreş û şaristaniya jinan e. Rastiya jinan bi xwe nîşan dide, xwe weke heqîqetê dide der û weke hêmana sereke ya jiyana jina azad tevlî civakê dibe.
Merheleya kapîtalîst ya li ser esasê dewlet û desthilatdariyê, bûyîna merheleya dawî ya aqlê mirov bila li wir bimîne, merheleyeke ku aqlê kevneşop ê xwe dispêre diqede û aqlê azadiyê bi hemû dewlemendiya xwe derketiye holê. Li ser vî esasî li hemberî modernîteya kapîtalîst a ku paradîgmaya wê ji şerê li dijî civakîbûyinê û azadiyan pêk tê, jiyan û jiyandina modernîteya demokratîk ango bi navekî din “cîhaneke nû” pêkan e.
Hevalên Hêja;
Bi awayeke giştî, bi taybet jî gotûbêjkirina modernîteya demokratîk têgihiştina me ya heqîqetê ji nû ve dikare pêş bixe. Em dikarin xwe ji jiyanên li ser rêyên xelet, kirêt û xirab dûr bixin û berê xwe bidin rêya jiyana xweş û baş. Em dikarin têgihiştina xwe ya heqîqetê bi rêya felsefe, huner û zanîstê yên ku bi şoreşa hişmendiya modernîteya demokratîk bûne civakî, bi hêz bikin û jiyana rast, xweş û baş pêş bixin. Di jiyana mirovekî de ji bi gihiştina heqîqetên rasteqînên ku dijî nirxdartir tu tiştek din tune ye. Lêgerîniya heqîqetê karê herî nirxdar ê mirovan e. Ger em mirov bi kurtî pênase bikin; mirov heyina ku heqîqetê pêkan dike ye. Heqîqet evîn e, evîn jî jiyana azad e.
Li ser vî esasî ez careke din hemû beşdaran bi rêzdarî silav dikim, heyecanê ji encamên ku wê konferansa we derxîne holê digirim, serkeftinê dixwazzim. Wê azadî bi ser bikeve.”