‘Her dengê ji bo HDP’ê bê dayîn wê me nêzî aştî û azadiyê bike’

Di civîna koordînasyona hilbijartinê ya li Navenda Civaka Kurd a Ludwîgshafen pêk hat de hat diyarkirin ku desthilatdariya AKP’ê ancax bi serketina HDP’ê wê hilweşe.

Di civîna koordînasyona hilbijartinê ya li Navenda Civaka Kurd a Ludwîgshafen pêk hat, hat diyarkirin ku desthilatdariya AKP’ê ancax bi serketina HDP’ê wê hilweşe û hat destnîşankirin ku di derbaskirina benda hilbijartinê de rola gelê Ewropayê gelek girînge.

Ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, koordînasyona hilbijartinê yên  li herêma Frankfurt, Gîessen, Darmstadt, Mannheîm, Nurnberg û Saarbruckê xebatan dimeşînin civîna xwe ya mehane pêk anîn.

Bi beşdarbûna nûnerên Yekîtiya Hêza Demokratîk duh li Navenda Civaka Kurd a Ludwîgshafen civînek pêk hat û civîn ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

DESTHILATDARIYA AKP’Ê ANCAX BI HDP’Ê DIKARE HILWEŞE

Di civînê de wiha hate gotin: “Bi komîsyonên ku me li herêmên xwe ava kirine, divê em vebêjin ku HDP di serî de Elewiyan û hemû gelên bindest ên li Tirkiyeyê dijîn hembêz dike.”

Di civînê de hat diyarkirin ku ji bo HDP di hilbijartinan de bi ser bikeve, têkoşîn gelekî girîng e û wiha hat gotin: “Desthilatdariya AKP’ê ancax bi HDP’ê dikare hilweşe. Em çiqas dengan bigirin wê em evqas nêzî aştî û azadiyê bin.

Nûnerê NAV-DEM’ê di civînê de axivî û got ku ji bo derbaskirina benda hilbijartinê rola gelê Ewropa gelek girînge û  wiha axivî: “Heta niha 39 buroyên me yên hilbijartinê û 851 xebatkarên me yên dildar hene. Me heta niha xwe gihandiye 26.443 kesî. Em ê ji niha û şûn ve li her derê civîn û panelan pêk bînin.”