'Nehêlin Hewtemal bê ji bîr kirin'
Dêrsimî dixwazin xwedî li kevneşopiya Hewtemalê bê derketin. Dayika Hatîce got, "Xwedî li vê kevneşopiya me derkevin, nehêlin bê ji bîr kirin."
Dêrsimî dixwazin xwedî li kevneşopiya Hewtemalê bê derketin. Dayika Hatîce got, "Xwedî li vê kevneşopiya me derkevin, nehêlin bê ji bîr kirin."
Dêrsimî dixwazin xwedî li kevneşopiya Hewtemalê bê derketin. Dayika Hatîce got, "Xwedî li vê kevneşopiya me derkevin, nehêlin bê ji bîr kirin." Elîf Akdenîz jî diyar dike ku Hewtemal tê wateya piştevaniyê.
Di baweriya Dêrsimê de yek ji rojên girîng Hewtemal e. Her çend der heqê paşeroja wê de agahiyeke zelal nîne jî tê gotin ku baweriyeke kevnare ye û dewama baweriyên qedîm ên Mezopotamyayê ye.
Weke kêfxweşiya pêşwazîkirina biharê, kêfxweşiya pêşwazîkirina bidawîbûna zor û zehmetiyan tê dîtin. Dêrsimiyên extiyar li şûna 'Newrozê' dibêjin 'Hewtemal' û dixwazin pêşî li ji bîrkirina vê baweriyê bigirin.
'NEHÊLIN BÊ JI BÎR KIRIN'
Dayika Hatîce ya 67 salî anî ziman ku Kirmanckî ne tenê zaravayê zimanekî ye, di heman demê de bawerî, dîrok, çand û huner e û got, "Niha me weke Kurd-Zaza ji hev vediqetînin. Dixwazin bi zorê 'em ne Kurd in Elewî ne' bi me bidin gotin. Elewîtî baweriya me ye û em Kurd in. Kirmanckî nasnameya me ye. Divê ciwanên me xwedî li kevneşopiyên me derkevin. Hewtemal kêm maye bê ji bîr kirin. Xwedî li van kevneşopiyên me derkevin û nehêlin bê ji bîr kirin."
Dayika Hatîce got, "Kevneşopiyên me ji nava xweliyên me ji nû ve afirîn. Eger nasnameya me ya Kirmanckî winda bibe, em ê jî winda bibin."
'PIŞTEVANÎ YE'
Elîf Akdenîz jî got, "Hewtemal piştevanî ye. Em bi cîranên xwe re diciviyan û me xwarina xêrê belav dikir. Hewtemala mezin jî mizgîniya hatina biharê ye. Di Hewtemala Mezin de hemû gundî di nava piştevaniyê de alîkarî didan hev. Li malan parî dihatin amadekirin û dûre Pîr dihatin dûa dikirin."