Ji bo şervanê YPG’ê Konyar mewlûd
Ji bo şervanê YPG’ê Cuneyt Konyar (Bîrhat Dijwar) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn.
Ji bo şervanê YPG’ê Cuneyt Konyar (Bîrhat Dijwar) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn.
Ji bo şervanê YPG’ê Cuneyt Konyar (Bîrhat Dijwar) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn.
Li Taxa Mûtlû ya navçeya Mamak a Enqere, ji bo şervanê YPG’ê Cuneyt Konyar (Bîrhat Dijwar) ê 10'ê Cotmeha 2013’an li Kobanê di şerekî de jiyana xwe ji dest da mewlûd hat hatîn. Li salona mewlûd lê hat xwendin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya hatin daliqandin. Parlamenterên HDP’ê Mulkiye Bîrtane, Nûrsel Aydogan, Nazmî Gur, Hevserokê Rêxistina HDP’ê Lokman Ergun jî di nav de gelek kes di mewlûde amade bûn.
Mulkiye Bîrtane ya di mewlûdê de axivî got ku Tevayî cîhanê dît, li Kobanê bi berxwedaneke qehremanî rûmeta mirovatiyê hat rizgarkirin. Bîrtane got, "Şehîdên me rûmeta me ne û em bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin. Wan ev rojên dîrokî diyarî me kirin. Belê em êşên mezin dijîn û lehengên xwe dispêrin axê."
Piştî Bîrtane bavê Konyar Halîl Konyar axivî û anî ziman ku Cuneyt şehîdê Kurdistanê ye. Dayika Konyar Hanîfe Konyar jî diyar kir ku ji malbata wan gelek kes tevlî şoreşê bûne û wiha got: "Birayekî min di şer de şehîd ket, kurê min şehîd ket û hê jî birayekî min li çiyê ye û şer dike. Ez xwişka şehîdan û gerîlayan im. Ez dayika şehîdan im. Ev ji ber yekê serbilind im û bila serê gelê Kurdistanê sax be." Hevserokê HDP'ê Enqereyê Halîl Ergun jî got ku van lehengan rûmet û erdê gel parastine û şehîd ketine.
Piştî axaftinan xwarina mewlûdê hat belavkirin.