‘Em bê şert û merc piştgiriyê didin HDP’ê’

Kongreya Gel a Mezopotamya got, “Di encama anketên raya giştî de ku HDP bendê derbas dike bi taybet di demên dawî de lînckirin û êrîşa bi rêya tevna civakî ya li hember partiya me HDP’ê pêk tên, em diyar dikin bê şert û merc piştgiriyê didin HDP’ê."

Kongreya Gel a Mezopotamya got, “Em wek Kongreya Gel a Mezopotamya û pêkhateyên wê di encama anketên raya giştî de ku HDP bendê derbas dike bi taybet di demên dawî de lînckirin û êrîşa bi rêya tevna civakî ya li hember partiya me HDP’êpêk tên, em diyar dikin ku bê şert û merc piştgiriyê didin HDP’ê”

Kongreya Gel a Mezopotamya bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê HDP’ê destek dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em wek Kongreya Gel a Mezopotamya û pêkhateyên wê di encama anketên raya giştî de ku HDP bendê derbas dike, bi taybet di demên dawî de lînckirin û êrîşa bi rêya tevna civakî ya li hember partiya me HDP’ê pêk tên, em diyar dikin ku bê şert û merc piştgiriyê didin HDP’ê” û hat destnîşankirin ku namzetê hevpar û yekane yê kongreyê George Aryo ye yê 25 sal in ked daye Têkoşîna Azadiya Kurd û ji bo azadiya gelê Suryanî hewldanên mezin kirine.

Sazî û dezgehên di daxuyaniyê de îmzeya wan hene ev in: “Kongreya Gel a Mezopotamya, Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamya (MDDP), Platforma Dostanî û Piştevaniyê ya Suryanî ya Îzmîrê, Komeleya Çandê ya Suryanî ya Mêrdîn/Midyad, Meclîsa Gel a Demokratîk a Betnahrin, Assyrian Consil a Ewropa, Yekîtiya Ciwanan a Asûrî-Suryanî ya Elmanya, Komeleya Çandê ya Bethnahrin Linjoping a Swêd, Weqfa Alîkariyê ya Asûr a Hollanda, Federasyona Asûr a Hollanda, Komeleya Piştevaniya ya Mezopotamya ya Swêd, Platforma Turabdîn.”