Li Danîmarkayê pîrozbahiyên Newrozê didomin
Li Danîmarkayê pîrozbahiyên Newrozê didomin. Li Navenda Civaka Kurd a Horsens pîrozbahiyeke bi coş a Newrozê pêk hat.
Li Danîmarkayê pîrozbahiyên Newrozê didomin. Li Navenda Civaka Kurd a Horsens pîrozbahiyeke bi coş a Newrozê pêk hat.
Li Danîmarkayê pîrozbahiyên Newrozê didomin. Li Navenda Civaka Kurd a Horsens a girêdayî Navenda Civaka Kurd a Danîmarka, FEY-KURD e, pîrozbahiyeke bi coş a Newrozê pêk hat. Di pîrozbahiyê Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal û siyasetmedarên Danîmarkayî axivîn.
Di pîrozbahiya ku zêdetirî 1500 Kurdistanî û dostên wan û piranî ji Rojavayê Kurdistanê bûn tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi rêzgirtin û xwendina sirûda Ey Reqîb destpê kir.
Nikolaj Villumsen Parlamenterê Enhedslisten ê Koalîsyona Sor-Kesk a Danîmarka di axaftina xwe de got ku cihgirtina PKK’ê di ‘lîsteya terorê’ ya Yekîtiya Ewropayê de bê wate ye. Nikolaj her wiha diyar kir ku şoreşa li Rojava bawerî daye wan, modela li wir jî modela pêşerojê ye. Nikolaj da xuyakirin ku ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zîndanê de bê wate ye.
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî berxwedana Kobanê silav kir. Kartal got, “Esareta Serok Apo ji bo me Kurdan pir giran tê û divê Rêbertî tavilê bê berdan.” .
Di pîrozbahiyê de Ferhad Cîlo, Dogan Bîcen, Rojda, Sîmar, Agrin Azad, Fahdî Dag, Grûb Raman, Zanyar derketin dikê, her wiha Kobane Støttefond (Fona Alîkariyê ya Kobanê) ya li Danîmarkayê nû hatiye avakirin hat nasandin û li ser navê wê stand hat vekirin. 300 kes bûn endamê fonê.