Meclîsa Gel: Ji her cure asîmîlasyonê re na
Endamên Meclîsa Gel a Dêrsimê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê xwestin projeyên HES û bendavan ên li herêmê tên çêkirin bên rawestandin.
Endamên Meclîsa Gel a Dêrsimê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê xwestin projeyên HES û bendavan ên li herêmê tên çêkirin bên rawestandin.
Endamên Meclîsa Gel a Dêrsimê û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê xwestin projeyên HES û bendavan ên li herêmê tên çêkirin bên rawestandin.
Meclîsa Gel a Dêrsimê û Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê, bi minasebeta Roja Avê ya Cîhanê li navçeya Pulurê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul, DBP, HDP, saziya sivîlen civakî û gelek welatiyê tevlî bûn. Di daxuyaniyêde pankarta "Ji qirkirin û talankirina ekolojîk, bendavan û HES'an re na" hat vekirin. Welatiyên Dêrsimê li ber def û zurneyê govend gerandin, xwezaya Munzurê parastin. Endamê Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê Talat Çetînkaya daxuyanî xwend, diyar kir ku dewlet li hember xwezaya Kurdistanê dest bi polîtîkayên qirkirinê kiriye û dewlet dixwaze mîrateya mirovahiya hevpar û xwezaya xweşik di bin avê de tine bike. Çetînkaya destnîşan kir ku bendav û projeya HES'an jiyana ekosîstemê xera dike û wiha got: "Xwediyê projeyan dixwazin polîtîkayên qirkirina çandî berdevam bikin û dixwazin av û axa Dêrsimê bifiroşin"
Çetînkaya bal kişand ser pevajoya çareseriyê û da zanîn ku li hember manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hikûmeta AKP'ê polîtîkaya xapandinê dimeşîne û wiha axivî: "Ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo pêvajoya çareseriyê 10 xal aşkera kir. Di nava van 10 xalan de ya sereke pirsgirêka ekolojîk e. Li Kurdistanê bendav û projeya HES'an berdevam dike. Ji bo rawestandina van projeyan 10 xalên Ocalan aşkera kirin pir girîng in."
Daxuyanî bi dirûşmên, "Munzur wê azad biherike" , "Em ê bi berxwedanê qezenç bikin" berz kirin û çalakî bi gerandina govendê dawî bû.