Hişyariya 'Bila hilberîna petrolê ya li deryayê bê sekinandin'

Li Kendava Meksîkayê, piştî teqîna li platformeke petrolê ya çend roj berê, fikar û gumanên li ser xeteriyên li deryayan, zêde dike. Saziyên hawirdorparêz di wê baweriyê de ne, ku divê platformên petrolê yên li derya û okyanûsan e, bên girtin.

Di daxuyaniya piştî teqîna li platformeke petrolê ya kargeha dewletê Pemex de hat ragihandin, ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, 16 kes jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya kargehê, piştî teqînê petrol li nava deryayê belav nebûye.

Vê teqîna li Kendava Meksîkayê, karesata mezin a li platforma petrolê ya Deepwater Horizon a sala 2010'an anî bîra mirovan. Piştî teqînê, nerazîbûna hawirdorparêzan zêde dibe.

Rêxistina hawirdorparêz Greenpeace der abrê mijarê de daxuyaniyek da û xwest teşwîq û hilberîna petrolê ya li deryayan bên rawestandin. Greenpeace diyar kir ku teqîna rû da, xeteriya hilberîna petrolê ya li deryayan careke din raxistiye pêş çavan û hişyarî da ku qezayên mîna Deepwater Horizonê dikarin dubare bibin.

Di sala 2010'an de di teqîna li platforma Deepwater Horizon a kargeha British Petroleum (BP) de 11 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 4,5 mîlyon barîl petrol jî herikîbû nava Okyanûsa Atlantîk. Teqînê rê li ber mezintirîn herikîna petrolê ya li DYA vekiribû.