Em ê teslîmî faşîzma AKP’ê nebin
Li Stenbolê bi boneya şermezarkirina "Paketa Ewlekariya Hundir" DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê meşek li dar xistin.

Li Stenbolê bi boneya şermezarkirina "Paketa Ewlekariya Hundir" DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê ji tûnela Taksîmê heya Lîseya Galatasarayê meş li dar xistin. Di meşê de pankarta, "Em teslîmî nîjadperestiyê nabin", dowîzên"Kujer û dizî AKP" û bi dirûşmên "Zagonên hikûmetê li serê hikûmetê bikeve" û "Bijî berxwedana gelan" hatin berzkirin. Piştî girse gihişt li ber Lîseya Galatasarayê meş qediya û daxuyaniya hevpar hat xwendin.
Berdevkê KESK'a Stenbolê Turgut Yokuş daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmet dixwaze ku şideta li ser gel rewa bike û wiha got:"Bi van qanûnan wê kuştinên li kolanan zêde de bibe. Êdî kes nikare li pêşiya kiryarên ne diyar bigire. Serokkomar ji ber xeyalên Serokatiya xwe li jiyana ciwanên me dilîze."
Yokuş da zanîn mînakên bi vî rengî jî tenê ji rejîmên dîktator û nîjadperestan tên û ev tişt got:"Kes nikare bi qanûnên xwe hêza kedê binpê bike û zordariyê li ser bide meşandin. Em ê heya dawiyê li dijî van zagonên li dijî demokrasiyê rawestin."
Piştî daxuyaniyê girse bi çepik û dirûşman belav bû.