Bi sedan kesên li navçeya Kerboran a Mêrdînê hatin gel hev, HES û bendav şermezar kirin. Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Kerboranê Hatîce Gevcan, di axaftina xwe ya çalakiyê de got, “HES û Bendeva Ilisû amadekariya şerê qirêj a hikûmeta AKP’ê ye.
Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya li navçeya Kerboran a Mêrdînê, bi wesîleya rojên av û çeman a Cîhanê HES û bendav şermezar kir. Hewldana Jiyandina Heskîfê, hevserokên Mêrdîn, Êlih û Şirnex, rêveberên DBP’ê yên bajêr û navçeyan û bi sedan kes tevlî meşê bûn. Meş li ber avahiya DBP’ê ya navçeyê destpê kir.
Girseya ji ber avahiya DBP’ê heta rêya diçe bendava Ilisû meşiya dirûşmên, “Av maf e, nayê firotin”, “Dewlet dest nede xwezaya me” û “Ji HES’an re na” berz kirin..
Li ser rêya diçê Bendava Ilisû Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Kerboranê Hatîce Gevcan daxuyaniyek da. Gevcan got ku tevî îtîrazên saziyên civaka sivîl ên cur bi cur, partiyên siyasî û gelek derdorên hestyar jî çêkirina bendava Ilisû didome.
‘HES Û BENDEVA ILISÛ AMADEKARIYA ŞERÊ QIRÊJ A HIKÛMETA AKP’Ê YE’
Gevcan, di dewama axaftina xwe de got ku hikûmeta AKP’ê tevî pêvajoya çareseriyê jî bi armanca leşkerî bendav, kalekol û HES’an çêdike û wiha dewam kir, “HES û Bendeva Ilisû amadekariya şerê qirêj a hikûmeta AKP’ê ye.
‘JI BO EWLEKARIYA HES Û BENDAVAN BÊ HEJMAR KALEKOL TÊN ÇÊKIRIN’
Aktîvîstê Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya Nîhat Kiratli jî anî ziman ku rêveberên pergala kapîtalîst mirov û xwezayê wek hêmanek hêsan dibînin, Ev zîhniyet bi mentiqa netewe dewletê dibe sedem ku li hember civak û gelan komkujî û qirkirinên herî mezin rû bidin.
Kiratli diyar kir ku îro li Kurdistanê bi sedan projeyên HES û bendavan hatine plankirin û kirine pratîkê. Kiratli wiha dewam kir: “Her wiha ji bo ewlekariya HES û bendavan bê hejmar kalekol tên çêkirin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê welatî ligel dahol û zurneyê heta konferansa şaredariyê meşiyan û tevlî panela bi mijara ekolojiyê bûn.