CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Di şerê Xezeyê de rewşa dawî
Şerê Xezeyê di roja 79’an de didome. Artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyonên xwe li başûrê Xezeyê bi taybetî jî li Han Yûnûsê zêde kirine. -
Li Srî Lankayê di operasyona li dijî tiryakê de nêzî 15 hezar kes hatin binçavkirin
Li Srî Lankayê polîsan ragihand ku di operasyona li dijî tiryakê de 440 kîlo tiryak desterser kirine û nêzî 15 hezar kes hatine binçavkirin. -
Konseya Ewlekariyê ya NY’ê pêşnûmeya alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê pejirand
Pêşnûmeya alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê ku beriya niha 3 caran hatibû taloqkirin, ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin. -
Serokê Qerebaxê biryara feshkirinê ya 1'ê Çileyê betal kir
Rayedarên Ermenî biryara feshkirina Qerebaxê ya ku di meha Îlonê de ji aliyê Azerbeycanê ve hatibû dagirkirin, di 1'ê Çileya 2024'an de bihata ragihandin, betal kirin. -
Li Çînê di deh salên dawî de cara yekeme qirêjiya hewayê zêde bû
Li gorî lêkolîneke nû ya hate weşandin, li Çînê kalîteya hewayê ku piştî sala 2013'yan kampanya “têkoşîna li hemberî qirêjiyê” hat destpêkirin û vir ve cara yekeme ku îsal xirab bû. -
Li Çînê hejmara qurbaniyên erdhejê bû 148 kes
Li Çînê, di erdheja herî giran a deh salên dawî de ku roja 18'ê Kanûnê qewimî, hejmara qurbaniyan bû 148 kes. -
Ji çar paran parek ji nifûsa Xezeyê di nava xeteriya birçîbûnê de ye
Li gorî raporek sîstema şopandina birçîbûnê ya Neteweyên Yekbûyî, nîv milyon ji şêniyên Şerîda Xezeyê di nava xeteriya birçîbûnê de ne. -
UAEK: Li Koreya Bakur reaktoreke nû ya nukleerî çalak bû
Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEK) ragihand ku li Koreya Bakur reaktoreke din a nukleerî çalak bûye. -
Li Zanîngeha Pragê komkujî: 15 mirî
Li paytexta Çekya Pragê xwendekarekî Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Pragê 15 kes kuştin. -
HRW: Facebook û Instagram parvekirinên Filistîniyan sînordar dikin
Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) roja Pêncşemê Metayê bi sînordarkirina parvekirinên alîgirên Filistînê li ser Facebook û Instagramê tawanbar kir û ji destpêka şerê Îsraîl û Hamasê de meşandina “sansura sîstematîk a înternetê” şermezar kir. -
Şerê Xezeyê: Îsraîlê xwest ku Han Yûnûs were xalîkirin
Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya NY’ê (OCHA) ragihand ku artêşa Îsraîlê ferman daye ku herêmeke ku nêzî sedî 20’ê bajarokê Han Yûnûsê digire nava xwe, were xalîkirin. -
Ji bo hilbijartina Serokatiya Dewleta Rûsyayê 16 kes bûn namzet
Komîsyona Hilbijartinê ya Rûsyayê eşkere kir ku ji bo hilbijartinên serokatiyê ku wê meha Adarê bên kirin, 16 namzetan serlêdan kir. -
Li Qahîreyê ji bo agirbesteke nû bi Hamasê re hevdîtin tên kirin
Hat ragihandin ku ji bo dîlgirtiyên Îsraîlî bên berdan li Qahîreyê bi lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye re hevdîtin tên kirin. -
Şerê Îsraîl-Hîzbûllah: Li başûrê Lubnanê 109 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê eşkere kir ku li başûrê welêt di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de şer qewimî ye, heta niha di şer de 109 kes mirine û 492 kes birîndar bûne. -
Qirxizistan ala xwe ya ku 'dişibînin gulberojê' diguherîne
Parlamenta Qirxizan guhertina sêwirana ala neteweyî erê kir. Her wiha wê tava li ser alê bişibînin taveke ku bi rastî "dibiriqe." -
Mexdûrên erdheja li Çînê di nava serma û seqemê de ne
Li Çînê di encama erdhejê de herî kêm 131 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku ji erdhejê rizgar bûn jî di nava serma û seqemê de ne. -
Yemenê cezayê darvekirinê li Fatima Saleh el Arwalî birî
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ragihand ku desthilatdarên Hûsiyan bi tawanbariya sîxurtiyê û "alîkariya dijmin" cezayê darvekirinê li parêzvaneke mafên mirovan birî. -
Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan gihişt 20 hezarî
Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha herî kêm 19 hezar û 667 kesan ji ber êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane. -
Li hemberî hilbijartinên ku piştî deh salan li Iraqê pêk hatin xemsarî derket pêş
Di hilbijartina encûmenên parêzgehan a Iraqê ku piştî deh salan pêk hat de, rastî bê eleqebûnê hat. Li Bexdayê tenê ji sedî 21'ê hilbijêran çûn ser sindoqan, li Kerkûk û Selahaddîn jî rêjeya dengên zêde bal kişand. -
Li Îzlandayê volkan teqiya
Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Meteorolojiyê ya Îzlandayê (IMO) di nava sê salan de cara çaran e ku volkan diteqe. Teqîna volkan êvara Duşemê destpê kir. -
Êrîşên Hûsiyan: Li Behra Sor koalîsyoneke ku ji 10 welatan pêk tê hat avakirin
Piştî êrîşên Hûsiyên Yemenî yên li ser keştiyên ku girêdayî artêşa Îsraîlê, li Deryaya Sor koalîsyonek ku ji 10 welatan pêk tê hat avakirin. Di nava koalîsyonê de DYE, Fransa û Îngilistan jî hene. -
Li Çînê erd hejiya: Herî kêm 118 kes mirin
Li bakurrojavayê Çînê erd hejiya û herî kêm 118 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tîmên rizgarkirinê hewl didin mirovên di binê xirbeyan de mane bibînin. -
Li Tûnisê ‘tundûtûjiya sazumanî’ ya li dijî koçberan zêde dibe
Rêxistina Li Dijî Êşkenceyê ya Cihanê (OMCT) ku navenda wê li Cenevreyê ye, di rapora roja Duşemê weşandin de hişyar kir ku "‘tundûtûjiya sazumanî” ya li dijî koçber û penaberên li Tûnisê zêde dibe. -
HRW: Îsraîl birçîbûnê weke çeka şer bi kar tîne
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku hikûmeta Îsraîlê weke parçeyeke stratejiya şerê dijî Hemasê, sivîlên Filistînî yên Xezeyê bi zanebûn birçî dihêle. -
Di hilbijartinên Misirê de El Sîsî cara sêyemîn bi ser ket
Li Misirê, li gorî encamên fermî yên hilbijartinên serokkomariyê, serokkomarê heyî Abdulfettah El Sîsî bi rêjeya ji sedî 89,6’ê yê dengan di hilbijartinê de bi ser ket.