Ji bo hilbijartina Serokatiya Dewleta Rûsyayê 16 kes bûn namzet

Komîsyona Hilbijartinê ya Rûsyayê eşkere kir ku ji bo hilbijartinên serokatiyê ku wê meha Adarê bên kirin, 16 namzetan serlêdan kir.

Ji Serokatiya Komîsyona Hilbijartinê Ella Pamfîlova roja Çarşemê daxuyanî da û got: “Heta niha me dosyaya 16 namzetan wergirtiye.”

Li gorî takvîma fermî, namzet heta 27’ê Kanûnê divê ji bo qeydê serlêdanê bikin.

Eger komîsyonê dosya qebûl kirin, divê namzetên serbixwe 300.000 îmzeyên piştevaniyê kom bikin û van îmzeyan herî dereng berî 45 rojan pêşkêşî Komîsyona Hilbijartinê bike. Komîsyon jî di nava 10 rojan de wê biryara xwe ya dawî bide.

Tê diyarkirin ku hilbijartin wê ji bo Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn formalîteyek be.