Li Şerîda Xezeyê hejmara miriyan gihişt 20 hezarî

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha herî kêm 19 hezar û 667 kesan ji ber êrîşên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tenduristiyê  ya Hamasê ku kontrola Şerîda Xezeyê  di destê wan de ye ragihand ku hejmara kesên ku li Şerîda Xezeyê ji ber şerê Îsraîl û Hemasê hatine kuştin gihiştiye 19 hezar û 667 kesan.

Li gorî Hamasê jî di êrîşên asmanî de herî kêm 52 hezar û 586 kes birîndar bûne.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê her wiha di êrîşa Îsraîle de ya li ser kampa penaberan a bi navê Cîbaliyeyê ya li bakurê Xezeye 13 Fîlîstînî hatine kuştin û 75 kes jî birîndar bûne.

Roja Duşemê jî hatibû ragihandin ku li kampa Cîbalîyeyê 110 kes hatibûn kuştin. Kampa Cîbalîyeyê  di nava 8 kampên li Xezeyê de ya herî mezin e û nêzî 116 hezar penaber lê dimînin.