Li Îzlandayê volkan teqiya

Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Meteorolojiyê ya Îzlandayê (IMO) di nava sê salan de cara çaran e ku volkan diteqe. Teqîna volkan êvara Duşemê destpê kir.

Teqîna volkan li başûrê paytext Reykjavîkê, li bakurrojhilatê Grîndavîkê pêk hat. Meha Mijdarê li herêmê liv û tevgereke zêde ya sîsmîk hebû.

Di daxuyaniya IMO de hate ragihandin ku piştî teqîna volkan a saet di 21:00 de erdhejek saet di 22:17'an de rû da.

Hate gotin, teqîna vê carê bi sê qatî ji teqîna payîza derbasbûyî mezintir bû. Hate ragihandin ku teqîn niha stabîlîze ye.

Polîsên herêmî diyar kirin ku teqîn vê gavê li ser şêniyên herêmê gef nîne.

Li Nîvgirava Reykjanes a li başûrê paytext Reykjavîkê, 8 sed salî teqîn nebû bû. Lê belê di Tebaxa 2022 û Tîrmeha 2023'an de du teqîn çêbû bûn.