Şerê Xezeyê: Îsraîlê xwest ku Han Yûnûs were xalîkirin

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya NY’ê (OCHA) ragihand ku artêşa Îsraîlê ferman daye ku herêmeke ku nêzî sedî 20’ê bajarokê Han Yûnûsê digire nava xwe, were xalîkirin.

Gelek Fîlîstîniyên ku ji ber şerê li Xezeyê ji cihên xwe bûne, çûne Han Yûnûsê.

Li gorî OCHA’yê artêşa Îsraîlê ferman daye ku herêmeke ku nêzî sedî 20’ê bajarokê Han Yûnûsê digire nava xwe, demildest were xalîkirin.

Li gorî saziya NY’ê niha 141 hezar Fîlîstînî li vê herêmê ne.

ŞERÊ TUNELAN

Piştî êrîşên hewayî û bejahî, li Xezeyê şer êdî di bin erdê de jî heye.

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku li Xezeyê toreke tunelê ya ku ji aliyê “lîderên payebilind” ên tevgera Hamasê ve tê bikaranîn, keşif kirine.

Li gorî dîmenên ku ji aliyê artêşê ve hatine weşandin, ev tora tunelê ofîs û daîreyên ayîdê lîderên Hamasê yên payebilind bi hev ve girê dide.

GELO AGIRBEST WÊ ÇÊBIBE?

Roja Çarşemê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû agirbest red kir.

NÊZÎ 20 HEZAR KES MIRIN

Li gorî bîlançoya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de heta niha 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan ku herî kêm 8 hezar ji wan zarok bûn û 6 hezar jî jin bûn. Her wiha 52 hezar û 600 kes jî birîndar bûn.

115 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÊ MIRIN

Ji dema ku operasyona bejahî ya artêşa Îsraîlê li ser Xezeyê destpê kirî û vir ve, bi giştî 115 leşkerên Îsraîlî hatin kuştin.