Konseya Ewlekariyê ya NY’ê pêşnûmeya alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê pejirand
Pêşnûmeya alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê ku beriya niha 3 caran hatibû taloqkirin, ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin.
Pêşnûmeya alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê ku beriya niha 3 caran hatibû taloqkirin, ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi rojeva şerê Îsraîl û Filistînê civiya.
Dengdana li ser pêşnûmeya biryarê ya ji bo alîkariyên mirovî bê astengî bigihêje Xezeyê daxwaza navberdayîna pevçûnan dike, pêk hat û pêşnûme hat qebûlkirin. DYE’yê di dengdanê de bêalî ma.
Hat diyarkirin ku pêşnûme agirbestê nagire nava xwe.