Tevgera Azadî: Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê pêş ve diçe

Tevgera Azadî got, “Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Herêma Kurdistanê pêş ve çû.”

DAXUYANIYA TEVGERA AZADÎ

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li navenda xwe ya sereke ya li Silêmaniyê di derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê de civîneke çapemeniyê lidarxist.

Di civîna çapemeniyê de beyanameya Tevgera Azadî ji aliyê Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî Selam Ebdullah ve hat xwendin.

Di beyanameya Tevgera Azadî de wiha hat gotin: “Herêma Kurdistan niha ji ber siyaseta zalimane ya PDK’ê di nava valatiyek kur a yasayî û desturî de ye. PDK wek hegemonyayeke siyasî ya defakto li ser saziyan desthilatdariya xwe bêyî çavdêriyê didomîne. PDK li pêş pêvajoya hilbijartin û guherînê asteng e. Dixwaze bi rêya xwe firotin û tawîzdana bi destkeftiyên gel temenê xwe dirêj bike. Li gel dijminê herî mezin ê gelê Kurd ketiye di nava hevkarî û hevpeymaniyê de. Ketiye di nava hevkariyek gelek metirsîdar de. Bi hevkariya PDK’ê dewleta Tirk bi kurahî û berfirehiyek gelek zêde hatiye nava xaka Herêma Kurdistanê.”

Di beşek din a beyanameya Tevgera Azadî de wiha hate gotin: “Tevgera Azadî ji niha şûnde di aliyê stratejîk de wê bibe alternatîf ji her du sîstemên desthilatdariyê re. Lê ji bo vê qonaxa dirokî di qezenc û berjewendiya gelê me de be û li Kurdistanê statû û destkeftiyên Herêma Kurdistanê biparêzin, em ê hemû derfetan ji bo avakirina zemîna diyalog, demokrasî û çareseriya pirsgirêkan bikarbînin. Emê alîkar bin ji bo hilbijartin bi awayek azad pêkwere û bikarin nûnertiya xelkê Herêma Kurdistanê bikin, pirsgirêkên wek madeya 140, muçe û dahatan li gel hikûmeta federal di çarçoveya desturê de çareser bikin.”