Mexdûrên erdheja li Çînê di nava serma û seqemê de ne

Li Çînê di encama erdhejê de herî kêm 131 kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku ji erdhejê rizgar bûn jî di nava serma û seqemê de ne.

Erdhej di 18'ê Kanûnê şeva Duşemê de li eyaleta Gansûyê qewimî ku bi 1.300 kîlometreyî li başûrrojavayê paytext Pekînê ye. Li gorî medya Çînê, mezinahiya erdhejê 6.2 pile bû.

Li navçeya Jîshîshan a li eyaleta Gansû ku navenda erdhejê ye, ji bo malbatên xizan yekane derfetên xwegermkirinê sobeyên li derve û betaniyeyên bi zor û zehmetî ji binê xirbeyan hatin derxistin e.

Li şaredariya Lîûgoûyê, gel li binê konên mezin ên li qadeke basketbolê hatiye bicihkirin.

Li gorî medya dewletê CCTV bi giştî nêzî hezar birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku tenê li eyaleta Gansûyê 87 hezar kes li 'stargehên demkî' hatin bicihkirin.

Li gorî bîlançoya demkî ya heman çavkaniyê, li eyaleta Gansû 113, li eyaleta Qînghaî jî 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber ku sih saet di ser erdhejê re derbas bûn, her wiha ji ber şert û mercên sermayê hêviyên ji bo rizgarkirina mirovên di binê xirbeyan de mane, kêm bûye.

Li bakurê Çînê di asta rekorê de serma û seqem heye. Şeva Sêşemê li bajarokekî eyaleta Shanxiyê germahî di -33.2 pileyî de bû.

Tê texmînkirin ku germahiya li navçeya Jîshîshanê jî roja Çarşemê dakeve -17 pileyî.

Bi hezaran wezîfedarên rizgarkirin û arkujiyê ji herêma karesatê re hatin şandin. Li gorî medya dewletê ya ÇîNê ji eyaleta Gansû re 2.500 kon, 20.000 palto û 5.000 nivîn hatine şandin.

Rayedarên Çînê her wiha hişyarî dan ku rojên bê dibe ku zêdeyî 5 erdhejên mezin rû bidin.

Li eyaleta Sîchûanê di sala 2008'an de di encama erdhejeke giran de 5 hezar û 335 jê zarokên xwendekar, zêdeyî 87 hezar kes mirin, yan jî birîndar bûn.