Serokê Qerebaxê biryara feshkirinê ya 1'ê Çileyê betal kir

Rayedarên Ermenî biryara feshkirina Qerebaxê ya ku di meha Îlonê de ji aliyê Azerbeycanê ve hatibû dagirkirin, di 1'ê Çileya 2024'an de bihata ragihandin, betal kirin.

Samvel Çahramanian ê ku li paytexta Ermenistan Erîvanê bi serokên din re hevdîtin pêk anî got, "Di qada hiqûqî ya Komara Artsahê (Qerebaxê) de tu belgeyeke ku saziyên dewletê fesh bike, tune ye."

Di daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa Samvel Çahramanian ve ji AFP'ê re hat dayîn de hat gotin ku biryarname "kaxizeke vala ye".

Ofîsa Rêbertiya Artsahê got: "Tu belge nikare bibe sedema hilweşandina komara ku bi îradeya gel hatiye avakirin."

Lê piştî dagirkirina Azerbeycanê, tê gotin ku hêza Samvel Çahramanian derbarê çarenûsa Qerebaxê de nîne.

Azerbeycanê di meha Îlonê de ji nişka ve li dijî Artsahê operasyonek dabû destpêkirin û herêm dagir kiribû. Ji 100 hezarî zêdetir Ermeniyên li herêmê ku 120 hezar nifûsa wê heye di rojên ewil de xwe spartin Ermenistanê.

Bi dehan sal in di navbera her du welatan de nakokî û alozî hene. Di şerên yek di destpêka salên 1990’an de û ya din jî di payîza 2020’an de 6 hefteyan dewam kir de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Xeleka dawî ya her du şeran bi dagirkirina meha Îlonê bi encam bû.

Çahramanian deh roj piştî ku Bakûyê herêm dagir kir, ji bo di 1’ê Çileya 2024’an de "hemû saziyên hikûmetê" yên Komara Artsahê bên feshkirin biryarname îmzekiribû. Di belgeyê de hat gotin ku “wê dawî li hebûna Komara Qerebaxê bê anîn.”

Ji wê demê ve Serokomarê Azerbaycanê yê otorîter Îlham Aliyev di nîvê meha Cotmehê de serdana paytexta Qerebaxê Stepanakertê (li gor Azerbaycanê Xankendî) kir û ala Azerbaycanê lê bilind kir.