Ji çar paran parek ji nifûsa Xezeyê di nava xeteriya birçîbûnê de ye

Li gorî raporek sîstema şopandina birçîbûnê ya Neteweyên Yekbûyî, nîv milyon ji şêniyên Şerîda Xezeyê di nava xeteriya birçîbûnê de ne.

Nîv milyon mirov ji çar paran parek ji nifûsa Şerîda Xezeyê ye ku ji aliyê Hamasê ve tê birêvebirin.

Li gorî sîstema şopandina birçîbûnê ya Neteweyên Yekbûyî di rewşa heyî de nîv milyon mirov bi xeteriya birçîbûnê rû bi rû ne. Lê belê di nava şeş hefteyên bê de dibe ku xeteriya birçîbûnê li ser tevahiya nifûsa ji 2.4 milyon kesî belav bibe.

Berpiryarê Operasyonên Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths li ser hesabê X'ê daxuyaniyek da û got, "Em hişyariyê didin ku her roja bi vî rengî bi xizanî û hilweşînê derbas dibe, wê li ser xelkê Xezeyê bibe sedema hîn bêhtir birçîbûn, nexweşî û bêhêvîtiyê." Griffiths bang kir û got, "Divê şer bi dawî bibe."

Li aliyê din ji bo ragihandina agirbesteke nû jî danûstandin dwam dikin. Lîderê Hamasê Îsmaîl Haiye ku li Dohayê dimîne, ji bo hevdîtinê bi rayedarên Misrî re bike ku bi rola navbeynkariyê radibin, li Qahîreyê. Lîderê Îslamî Cîhadê Ziyad El Nakhala jî tevî Hamasê şer dike û dîlgirtî di destê wan de ye, tê payin ku rojên bê derbasî Qahîreyê bibe. Îsraîl jî bi herdu navbeynkarên din Qatar û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re diyalogê dike.

Hamas dixwaze ku beriya danûstandinek li ser mijara dîlgirtiyan bê kirin, şer destpêkê bê rawestandin. Îsraîl jî bêyî ku 'Hamas ji holê bê rakirin' ragihandina agirbestê red dike. Rayedarekî payebilind ê Îsraîlî diyar kir ku piştî danûstandinên du caran ên hefteya derbasbûyî bi Qatariyan re hate kirin, pêşketinek çênebû.

LI ŞERÎDA XEZEYÊ ZÊDEYÎ 20 HEZAR KES MIRIN

Li gorî bîlançoya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di operasyonên leşkerî yên Îsraîlê de yên li Şerîda Xezeyê herî kêm 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan ku herî kêm 8 hezar jê zarok, 6 hezar û 200 jê jî jin bûn. Her wiha 52 hezar û 600 kes jî birîndar bûn. Li gorî Neteweyên Yekbûyî bi êrîşên Îsraîlê re 1.9 milyon mirov, yanî ji sedî 85 ê nifûsa herêmê ji cih û warê xwe bûne.

139 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÊ MIRIN

Ji 27'ê Cotmehê dema destpêkirina êrîşa bejahî ya Îsraîlê ya li ser Xezeyê û vir ve 139 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin. Li Îsraîlê jî ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Hamasê de piraniya wan sivîl 1.200 kes mirin. Li gorî rayedarên Îsraîlî ji 240 dîlgirtiyan herî kêm 129 jê hîn li Xezeyê ne.