Li Çînê hejmara qurbaniyên erdhejê bû 148 kes

Li Çînê, di erdheja herî giran a deh salên dawî de ku roja 18'ê Kanûnê qewimî, hejmara qurbaniyan bû 148 kes.

Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (USGS) erdhej bi 5.9 pile bû.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî Xînhûayê, di erdhejê de ku bi 1.300 kîlometreyî li başûrrojavayê paytext Pekînê rû da, li eyaleta Gansûyê herî kêm 117 kes, li eyaleta Qînghaiyê jî 31 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku nêzî hezar kes jî birîndar bûn.

Li gorî saziya weşanê ya dewletê CCTV li herdu eyaletan 139 hezar kes ji ber serma û seqemê li stargehên rewşa lezgîn hatin bicihkirin.

Li Qînghaiyê lêgerîna li qurbaniyên di binê xirbeyan de mane dewam dike.

Li Çînê bi rêk û pêk erdhej pêk tên, ku hin ji wan giran e. Di sala 2008'an de li eyaleta Sîchûanê di encama erdhejê de 5 hezar û 335 jê zarokên dibistanê zêdeyî 87 hezar kes mirin an jî winda bûn.