Li Çînê di deh salên dawî de cara yekeme qirêjiya hewayê zêde bû

Li gorî lêkolîneke nû ya hate weşandin, li Çînê kalîteya hewayê ku piştî sala 2013'yan kampanya “têkoşîna li hemberî qirêjiyê” hat destpêkirin û vir ve cara yekeme ku îsal xirab bû.

Di lêkolîna Navenda Lêkolîna Hewayê ya Enerjî û Paqijiyê (CREA) ku enstîtuyeke serbixwe ye de hat gotin ku, li Çînê di deh salên dawî de cara yekeme ku qirêjiya hewayê zêde bûye.

Ev rêxistina ku navenda wê li Fînlandiyayê ye, da zanîn ku sedema vê zêdebûnê dikare bi “zêdebûna giştî ya emîsyonên ku çavkaniya xwe ji mirovan digire” û “şert û mercên meteorolojiyê yên nebaş” ve bên girêdan.

Ev rewş piştî rabûna qedexeyên ji ber Covîdê li Çînê xwe da der.

Di sala 2013’yan de li welat, bi taybetî di mehên zivistanê de li bajarên mezin bi dehan santralên ceyranê yên ku bi komirê dixebitin hatin rawestandin û cihên yekîneyên pîşesaziyê di çerçoveyê kampanya “têkoşîna li dijî qirêjiyê” hatin guhertin, hatibû destpêkirin.

Her çendî her tim ne pêkan e ku standartên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi cih bê jî, ev kampanya heta niha asta PM2.5 a hewayê bi awayekî domdar hiştiye ku zêde nebe.

Li gorî WHO’yê, demek dirêj mirov bi asta PM2.5 re rû bi rû bimîne, dê nexweşiyên mîna dil, felç, penceşêra pişikê û nexweşiyê bêhn girtinê bide zorê.