HRW: Îsraîl birçîbûnê weke çeka şer bi kar tîne

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku hikûmeta Îsraîlê weke parçeyeke stratejiya şerê dijî Hemasê, sivîlên Filistînî yên Xezeyê bi zanebûn birçî dihêle.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan roja Duşemê daxuyand ku  hikûmeta Îsraîlê ve weke rêbazeke sûcê şer sivîlên Xezeya dagirkirî birçî dihêle.

HRW’ê got, “Hêzên Îsraîlî bi zanebûn rê li ber peydakirina av, xwarin û sotemeniyê digirin. Ew jî bi mebest alîkariya mirovî asteng dike, zeviyên çandiniyê wêran dike û sivîlan ji berhemên jiyanê bêpar dihêle.”

Dîrektorê HRW’ê yê Îsraîl û Filistînê Omer Şakir ev tişt anî ziman: "Îsraîl ev zêdetirî du meh in xelkê Xezeyê ji xwarin û avê bêpar dihêle. Ev polîtîka ji aliyê karbidestên payebilind ên Îsraîlî ve tê teşwîqkirin an jî pejirandin.”

Şakir wiha bang li serokên cihanê kir: "Divê serokên cîhanê ev sûcê şer ê hovane yê li ser xelkê Xezeyê tê meşandin şermezar bikin.”

Hikûmeta Îsraîlê bertek nîşanî HRW’ê da û wê wekî "rêxistineke dijî Cihûyan û Îsraîlê" bi nav kir.