Li Srî Lankayê di operasyona li dijî tiryakê de nêzî 15 hezar kes hatin binçavkirin

Li Srî Lankayê polîsan ragihand ku di operasyona li dijî tiryakê de 440 kîlo tiryak desterser kirine û nêzî 15 hezar kes hatine binçavkirin.

Polîsên Srî Lankayê ragihand ku di operasyona li dijî tiryakê de ku bi alîkariya artêşê hefteyeke didome û ji aliyê aktîvîstên mafên mirovan ve hatiye rexnekirin, nêzî 15 hezar kes hatin binçavkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji xeynî nêzî 13 hezar û 700 qeçaxçiyên tiryakê yên gumanbar, hezar û 100 kesên ku tiryakê bi kar tînin jî hatine binçavkirin.

Polîsên Srî Lankayê got ku di serdegirtinan de 272 kîlo esrar, 35 kîlo haşhaş û 9 kîlo eroîn jî di nav de bi giştî 440 kîlo madeyên hişber hatine desteserkirin.

Aktîvîstên mafên mirovan ev serdegirtin, bi zimanekî tund rexne kirin. Parêzer Hejaaz Hîzbûllah diyar kir ku ev lêgerîn û girtin bêyî destûra qanûnî hatine kirin.

Aktîvîst Ambîka Satkûnanathan jî bal kişand ku berê lêpirsîn nehatiye kirin, tenê bi ser herêmên xizan de hatiye girtin û qeçaxçiyên mezin ji nedîtî ve hatine.

Polîsan ragihand ku operasyon wê 27’ê Kanûnê dewam bike, lê polîs wê di dema cejnê de bi wezîfeyên ewlehiya civakî seferber bibe.