Li Zanîngeha Pragê komkujî: 15 mirî

Li paytexta Çekya Pragê xwendekarekî Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Pragê 15 kes kuştin.

Li gorî daxuyaniya polîsên Çekyayê, îro danê êvarê piştî ku ji avahiya Fakulteya Hunerên Bedew a Çekyayê dengê çekan hat, ekîbên polîsan sewqî cihê bûyerê kirin. Di êrîşa ku ji aliyê xwendekarekî zanîngehê yê 24 salî ve hat kirin de 15 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn.

Kesê ku êrîş pêk anî jî ji aliyê polîsan ve mirî hat dîtin.

Hat hînbûn ku êrîşkar ji gundekî nêzî Pragê ye. Polîsan ragihandin ku bavê êrîşkar jî di mala xwe de mirî hatiye dîtin.