Lloyd Austînê Wezîrê Parastina Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) roja Duşemê daxuyaniyek da û got: "Van demên dawiyê êrîşên neberpirsiyar ên Hûsiyan ên li Yemenê zêde bûne, ev yek ji bo bazirganiya serbest tehdîd e û li ser jiyana keştîvanên bêguneh metirsiyeke mezin e û bi van êrîşan qanûnên navneteweyî binpê dikin."
Serkarê Pentagonê jî got: "Ji ber vê yekê ez îro Operasyona Prosperîty Guardîanê îlan dikim."
Lloyd Austînî ragihand ku ji xeynî DYE’yê welatên weke Fransa, Îngilistan, Bahreyn, Kanada, Îtalya, Hollanda, Norwêc, Spanya û Seyşelê di nava vê koalîsyonê de cih digirin.
Lloyd Austînî seredana Îsraîlê kir û piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu û hevkarê wî Yoav Gallant re bang li Îranê kiribû ku piştgiriyê nede operasyonên Hûsîyan yên li dijî keştiyên bazirganîyê.
Hûsiyan berpirsyariya êrîşên nû yên li Behra Sor girtin ser xwe ku roja Duşemê du keştiyên girêdayî Îsraîlê bûn hedef girtibûn.
Hûsiyan jî daxuyaniyek da û ragihandin ku wan bi balafirên behrî li dijî du keştiyên girêdayî Îsraîlê operasyoneke leşkerî pêk anîye.
Xwediyê keştiya Norwecî a bi navê M/T Swan Atlantîc jî ragihand ku tanker ji alîyê "cismekî nediyar" ve hatiye hedefgirtin. Armatorê Norwêcî Inventor Chemîcal Tankersî daxuyaniyek da û got: "Baş bû ku personelên Hindî birîndar nebûn.’’ Armatorî anî ziman ku keştiyê zirareke kêm dîtiye.
Piştî êrîşan, dêwên deryavaniyan derbasbûna ji Tengava Bab el-Mendebê rawestandin ku Nîvgirava Erebistanê ji Afrîkayê vediqetîne û ji sedî 40’ê bazirganiya cîhanê ji vir derbas dibe.
Behra Sor weke otorêya behrê ye ku Behra Spî bi Okyanûsa Hindî ve gîrê dide û bi vî awayî Ewropayê bi Asyayê ve girê dide. Her sal nêzîkî 20 hezar keştî ji Kanala Sûweyşê derbas dibin.