Yemenê cezayê darvekirinê li Fatima Saleh el Arwalî birî

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ragihand ku desthilatdarên Hûsiyan bi tawanbariya sîxurtiyê û "alîkariya dijmin" cezayê darvekirinê li parêzvaneke mafên mirovan birî.

Di 5’ê Kanûna 2023’yan de Dozgeriya Cezayê ya Taybet a li Sanayê ku ji sala 2014’an vir ve piraniya bakurê Yemenê ji hêla Husiyan ve tê kontrolkirin, li parêzvana mafên mirovan û Seroka Ofîsa Yemenê ya Yekîtîya Serokên Jinan a Yekîtîya Ereban a berê Fatima Saleh el Arwalî bi hinceta hevkariya dijmin kiriye sûcdar dît û cezayê darvekirinê lê birî.

Arwalî di 12’ê Tebaxa 2022’an de dema ku ji Adenê diçû Sanayê li nuqteyeke kontrolê ya di bin kontrola Hûsiyan de hatibû girtin.

Parêzerê Arwalî diyar kir ku di 31’ê Tîrmehê de hînbûye ku Hûsiyan wê bi "alîkariya Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî" re sûcdar kirine. Di belgeyan de tê gotin ku Arwalî "ligel endamên îstixbarata Îmarat ên Erebî yên ku çavdêrî û venêheriya şer û destdirêjiyê li Yemenê dikin re xebitiye”. Serdozgeriyê ji bo piştrastkitina van sûcdariyan tu delîl pêşkêşî raya giştî nekir.

Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Ewropa-Derya Spî ji sala 2014’an vir ve Hûsiyan cezayê darvekirinê dane 350 kesan û 11 ji wan darvekirin e. Hêzên Hûsiyan di 18’ê Îlona 2021’an de li Meydana Tehrîrê ya Sanayê di nav wan de xortekî 17 salî jî hebû 9 kes darvekiribûn.