Di rapora ku ji 51 rûpelan pêk tê û roja Pêncşemê hat weşandin de ev tişt hat parvekirin: “Polîtîkayên venihêrtina naverokan û sîsteman ên Metayê her ku diçe alîgirên Filistînê li ser Instagram û Facebookê bêdeng dike.”
Cîgira Midûrê Beşa Teknolojî û Mafên Mirovan a HRW Deborah Brown diyar kir ku ev sansur "bi taybetî di dema çewisandin û zordariya hovane de zirar e ku jixwe dengên Filistîniyan difetisîne."
Lijneya venihêrînê ya serbixwe ya Metayê roja Sêşemê rexne li tora dîjîtal ên platformên mezi Facebook û Instagramê kir ku di çarçoveya pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê de siyasetek pir sînordarkirî pêk tîne.
Di rapora bi sernavê "Sozên ku Metayê bi cih neanîne: Sansura sîstematîk a parvekirinên alîgirê Filistînê li ser Instagram û Facebookê" de hat gotin ku "sansûra ku Meta pêk anî bû sedem ku êşên Filistîniyan ji holê rabin.”
Saziyên sivîl di navbera Cotmeh û Mijdarê de li zêdetirî 60 welatan li ser Instagram û Facebookê bi tevahî li ser hezar û 50 “bûyerên sansur û jêbirina naverokên din" lêkolîn kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li ser serlêdana HRW'ê Meta "berpirsiyariya xwe ya mafên mirovan û prensîbên xwe yên bingehîn ên di vî warî de hincet nîşan daye.”
HRW bang li Metayê kir ku "polîtîka û pratîkên xwe li gorî standardên mafên mirovan ên navneteweyî sererast bike."