Qirxizistan ala xwe ya ku 'dişibînin gulberojê' diguherîne

Parlamenta Qirxizan guhertina sêwirana ala neteweyî erê kir. Her wiha wê tava li ser alê bişibînin taveke ku bi rastî "dibiriqe."

Li gorî Serokê Meclîsê Nurlanbek Cakiyevî ku pêşengekî vê pêşnûmayê ye, alaya wan bi reng û motîfên xwe dibe sedema nediyarî û tevliheviyan.

Çakiyevî diyar kir ku Komara Sovyetê ya berê ya ku di warê aborî de zehmetî kişand, gelek kes daîreya bitîrêj dişibînin gulberojê û ev yek jî li cem rayedaran dibe sedema nerazîbûn û aciziyê.

Pêşnûmeya ku di meha Îlonê de hate pêşkêşkirin, pêşniyara guhertina şiklê tîrêjên li ser alê dike. 

Pêşnûme ji aliyê 59 parlamenteran ve hate erêkirin û 5 parlamenteran jî dengê na'yê bi kar anîn û ev yek qebûl nekirin. Serokê Qirxizistanê Sadîr Çaparovî jî piştgirî da guhertina sêwirana alê.

BENGÎTÎ JI BER ALÊ BÛ YE!

Çaparovî di dawiya meha Cotmehê de di daxuyaniyekê de gotibû: "Eger versiyona nû ya alê were erêkirin, êdî em ê ne bengiyê alê bin."

Serokomarî gotibû ku; "Heya niha civaka me, ala me dişibandin gulberojê û ji ber vê yekê fikra ‘welatê me êdî nikare careke din pêş ve here’ derdiket holê."

Çaparovî got, "Ji îro û pê ve her tişt dê weke ku roj li me dibiriqe û  dikene be. Serokkomarî bang li welatiyên kir ku hêviya Qirxizistana xweser û pêşketî bikin."

Lê belê li Qirxizistanê her kes bi vê fikrê  memnûn nebû û di serê meha Kanûna Pêşîn de li Bîşkekê gelek kes daketibûn kolanan û guhertina alê protesto kiribûn.