Li hemberî hilbijartinên ku piştî deh salan li Iraqê pêk hatin xemsarî derket pêş

Di hilbijartina encûmenên parêzgehan a Iraqê ku piştî deh salan pêk hat de, rastî bê eleqebûnê hat. Li Bexdayê tenê ji sedî 21'ê hilbijêran çûn ser sindoqan, li Kerkûk û Selahaddîn jî rêjeya dengên zêde bal kişand.

Di hilbijartinên encûmenên parêzgehan de ku roja Duşemê li 15 wîlayetan pêk hatin, bang li zêdeyî 16 mîlyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bidin. Lê belê rêjeya tevlîbûnê ji sedî 41 derbas nekir.

Li rojhilatê Bexdayê tenê ji sedî 21 hilbijêrên qeydkirî çûn ser sindoqan, li Kerkûkê rêjeya dengan ji sedî 65, li Selahaddîn jî ji sedî 59 bû.

Hin dengdêr hene, hê jî hêvî dikin ku wê hin tişt biguherin, lê ji ber gendelî û bêkêriya rêveberan gelek kes hêviya xwe winda kirine.

Encûmenên şaredariyan ku piştî dagirkeriya Emerîkayê û hilweşandina Saddam Hûseyîn di sala 2003'yan de hatin avakirin, li welat xwedî îmtiyazên girîng in.

Hilbijartina waliyê bajêr jî di nav de, terxankirina budceyan ji bo tendirurstî, veguheztin û perwerdehiyê bi karanîna pareyên balkêş ên ku ji aliyê hikûmeta federal a li Bexdayê hatine cihê kirin ku bi piranî girêdayî dahatên petrolê ne, di bin desthilatdariya encûmanên şaredariyê de ne. Lê belê ev encûmanan gelek caran bi gendaliyê dikevin rojevê. Muxalîf encûmanên parêzgehan mîna hêlîna gendaliyê dibînin.

Di dengdayîna dawî ya encûmenên parêzgehan de ku di sala 2013’yan de pêk hatibû, hema hema ji sedî 60 hilbijêrên qeydkirî neçûbûn ser sindoqan. Di hilbijartinên giştî ya sala 2021’an de rêjeya tevlîbûnê ji sedî 44 bû.

Serokê Şîa Mukteda El Sadr banga boykotkirina hilbijartinên encûmenên parêzgehan kir. Gendeliya çîna siyasî yek ji sedemên bê eleqiya li hemberî hilbijartinê ye.

PARTIYÊN KURD LI KERKÛKÊ 8 KURSÎ BI DEST XISTIN

Li Kerkûkê ku xwedî statuyeke nîqaşê ye û girîngîyeke stratejîk e, piştî 18 salan yekemîn hilbijartina encûmenên parêzgehan pêk hat. Encamên fermî hê nehatine eşkerekirin, lê belê li gorî medya herêmî YNK’ê bi ferqek mezin li pêş e. Di nava partiyên Kurd de PDK û Nwey Nû (Nifşê Nû) YNK’ê dişopînin. Tê diyarkirin ku YNK'ê li navenda bajêr herî kêm 155 hezar deng bi dest xistiye.

Li gorî encamên ne fermî partiyên Kurd 8 ji 15 kursiyên Kerkûkê ku piraniya wan di lîsteya YNK'ê de ne, bi dest xistin. Bi gotineke din YNK'ê 5 kursî, PDK 2 û Nwey Nû 1 kursî bi dest xistin. Hin çavkanî jî diyar dikin ku YNK'ê 5 kursî û PDK'ê jî 3 kursî bi dest xistine. Her wiha, di sîstema kotayê de ku ji bo Xiristiyanan kursiyek tê veqetandin, bi vî awayî hejmara giştî ya kursiyan dibe 16.

Berdevkê YNK'ê Sedî Pîre daxuyanî da û got, "YNK'ê li Kerkûkê ne kursî, hêzek xurt bi dest xist.” Sedî Pîre, her wiha bilêv kir ku ew ê kursiyên şeşemîn û heftemîn jî bigirin

Parêzgeha Kerkûkê ji sala 2005’an heta 2017’an di destê YNK’ê de bû, lê belê piştî referandûma serbixwe ku hêzên Iraqê ketin Kerkûkê, kurdan rêveberî winda kir. Kerkûk di rewşa niha de bi wekîltiyê tê birêvebirin.