Li Berlînê ji bo Rêberê Gelê Kurd standa agahdarkirinê hat danîn

Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo teşhîrkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û agahdarkirina gel stand hat vekirin.

LI BERLÎNÊ STAND HAT VEKIRIN

Bi organîzasyona Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav Berlîn, li qada Alexanderplatzê stand hat danîn.

Di danezanên hat belavkirin de, sîstema tecrîda Îmraliyê ku 15’ê Sibata 1999’an di encama komployeke navneteweyî de di bin gardiyantiya dewleta Tirk de dest pê kir û 26 sal in didome, hat vegotin.

Di danezanan de her wiha hate destnîşankirin ku di 4 salên dawî de tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û ev tecrîd li dijî tevahiya gelê Kurd e.

Hêzên dewletê yê Berlînê xwestin stand bê rakirin û pankartên wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin qedexekirin.