Di şerê Xezeyê de rewşa dawî

Şerê Xezeyê di roja 79’an de didome. Artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyonên xwe li başûrê Xezeyê bi taybetî jî li Han Yûnûsê zêde kirine.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Jonathan Conrîcûs daxuyaniyek da qenala Fox News a Emerîkî û got: “Piştî bajarê Xezeyê em vedigerin başûr û em ê operasyonên xwe yên sereke li dijî keleha din a Hamasê Han Yûnûsê pêk bînin.”

DYE’yê jî bang li Îsraîlê kir ku hîn zêdetir sivîlên di bin gefa birçîtiyê de, biparêze. Li gorî Qesra Spî Serokê DYE’yê Joe Bîden bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû re têkildarî pêdiviyên jiyanî yên ji bo parastina sivîlan, axivî ye.

Serokê DYE’yê ragihand ku wî banga agirbestê ya di navbera Îsraîl û tevgera Îslamî ya Fîlîstînî de nekiriye.

154 LEŞKERÊN ÎSRAÎLÊ HATIN KUŞTIN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî li ser X’ê daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê li Xezeyê 8 leşkerên din ên Îsraîlê hatine kuştin. Ji 20’ê Cotmehê ve hejmara leşkerên Îsraîlê yên hatine kuştin, gihişt 154’an.

Hamas ku kontrola Xezeyê di dest de ye, ragihand ku li Xezeyê di bombebaran û operasyonên bejahî yên Îsraîlê de, di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 200 Fîlîstînî mirin.

SÛCDARIYA ÎNFAZA BÊ DARIZANDIN

Hamasê diyar kir ku li Cîbaliye ya li bakurê Xezeyê cenazeyê bi dehan Fîlîstîniyan dîtine ku di dema operasyona bejahî ya Îsraîlê de hatine kuştin û hinek ji wan jî hatine înfazkirin

Hamasê piştî sûcdariya “înfaza bê darizandin” bang kir ku li dijî Îsraîlê lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê, artêşa Îsraîlê li Xezeyê û wîlayetên bakur 137 Fîlîstînî bêyî darizandin înfaz kirine.

KARESATA MIROVÎ

Li Xezeyê karesatên mirovî jî her ku diçin zêdetir dibin. Li gorî NY’ê piraniya nexweşxaneyan naxebitin û 1.9 milyon kes neçar man ku malên xwe biterikînin.