Li Çînê erd hejiya: Herî kêm 118 kes mirin

Li bakurrojavayê Çînê erd hejiya û herî kêm 118 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tîmên rizgarkirinê hewl didin mirovên di binê xirbeyan de mane bibînin.

Erdheja bi 6.2 pileyî li eyaleta Gansû pêk hat ku bi 1.300 kîlometreyî li başûrrojavayê paytext Pekînê ye. Li gorî daxuyaniya rayedarên xwecihî ku sibeha Sêşemê dan, piştî erdheja giran li eyaleta Gansû herî kêm 105 kes mirin, nêzî 400 kes jî birîndar bûn.

Li gorî televîzyona dewletê CCTV li bajarokê Haîdong ê li eyaleta Qînghaiyê jî 13 kes mirin, 182 kes birîndar bûn û 20 kes jî winda ne. Erdhejê zerar da bi hezaran malan û gel neçar ma ku di hewa sar de li kolanan bimîne.

Li Çînê bi rêk û pêk erdhej pêk tên, ku hin ji wan giran e. Di sala 2008'an de li eyaleta Sîchûanê di encama erdhejê de 5 hezar û 335 jê zarokên dibistanê zêdeyî 87 hezar kes mirin an jî winda bûn.