Li Tûnisê ‘tundûtûjiya sazumanî’ ya li dijî koçberan zêde dibe

Rêxistina Li Dijî Êşkenceyê ya Cihanê (OMCT) ku navenda wê li Cenevreyê ye, di rapora roja Duşemê weşandin de hişyar kir ku "‘tundûtûjiya sazumanî” ya li dijî koçber û penaberên li Tûnisê zêde dibe.

OMCT’ê diyar kir ku koçber û penaber li Tûnisê rastî "tundûtûjiya sazûmanî ya rojane" yên wek "girtinên kêfî", "jicîhûwarkirina bi darê zorê" û “deresînorkirina neqanûnî" ber bi sînorên Lîbya û Cezayîrê, tên.

Rapora ji 58 rûpelan pêk tê û xwe dispêre îfadeyên şahidan û rêxistinên sivîl ragihand ku binpêkirin rasterast din berpirsyariya rayedaran Tûnisê pêk tên.

Li gorî raporê, welat di bin zexta Ewropayê ya ji bo kêmkirina koçberiya neqanûnî de ye. Nemaze piştî daxuyaniya Serokkomar Kais Seîd a meha Sibatê ya ku koçberên neqanûnî hedef nîşanda şûnde, binpêkirina mafên mirovan zêde bûye.

Di raporê de hat gotin ku piştî bûyerên meha Tîrmehê li Safakesê qewimî bi sedan kes hatin girtin û hat destnîşankirin ku Tûnisê peymanên navneteweyî binpê kiriye.

Li gorî çavkaniyên navneteweyî yên alîkariyên mirovî, ji meha Hezîranê û vir ve herî kêm 5 hezar û 500 koçber ber bi Lîbyayê ve çûne û zêdeyî 3 hezar jî derbasî Cezayîrê bûne.

Ev dersînorkirin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatin şermezarkirin lê ji aliyê rayedarên Tûnisê ve hatin redkirin.

Her wiha tê gotin ku bi hezaran kes li gundên nêzî Safakesê bi cih bûne, şert û mercên dijwar ên koçber, penaberan  rû bi rû dimînin rê li ber “êşkence û pêkanînên xerab" vedike.

OMCT’ê bal kişan ser “şert û mercên rûmetşikandinê, bêparbûna ji xizmetên giştî, bicihbûn û çavkaniyên debarê” û fikarên xwe yên ku  rayedarên Tûnisê nikare mirovan biparêze anî ziman.