Di hilbijartinên Misirê de El Sîsî cara sêyemîn bi ser ket

Li Misirê, li gorî encamên fermî yên hilbijartinên serokkomariyê, serokkomarê heyî Abdulfettah El Sîsî bi rêjeya ji sedî 89,6’ê yê dengan di hilbijartinê de bi ser ket.

Abdulfettah El Sîsî ku ji sala 2013'an ji dema hilweşandina desthilatdariya Muhammed Mursî yê Îslamî û vir ve li Misirê desthilatdar bû, dîsa weke serokkomarê welat hat hilbijartin.

Li gorî encamên fermî ku 18'ê Kanûnê roja Duşemê hate ragihandin, serokkomarê heyî bi rêjeya ji sedî 89,6 yê dengan cara sêyemîn di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser ket.

Nêzî 67 mîlyon Misrî di navbera 10'ê Kanûnê û 12'ê Kanûnê de çûn ser sindoqan.

Ev hilbijartin di demek ku ji meha Cotmehê ve li ser sînorên Misirê Şerîda Xezayê şer dewam dike û di krîza aborî de ku derbas dibe de pêk hat.

Ji bilî Sîsî sê namzetên din jî hebûn ku raya giştî wan baş nas nedikir. Du namzetên serokkomariyê ji ber muxaleftê îro yek ji wan li girtîgehê ye û ya din jî li benda darizandinê ye.

Misir tevî zehmetiyên mezin ku dijî jî di bin desthilatdariya Sîsî de ku ji sala 1952'an û vir ve serokkomarê pêncemîn e ku ji nava refên leşkeriyê hatiye û welêt bi zextê birêve dibe, mûxalefeteke cidî nehatiye kirin.

Sîsî di hilbijartinên wezîrtiyê yên 2014 û 2018'an de bi zêdeyî ji sedî 96’an ji dengan bi dest xistibû.