Şerê Îsraîl-Hîzbûllah: Li başûrê Lubnanê 109 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê eşkere kir ku li başûrê welêt di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de şer qewimî ye, heta niha di şer de 109 kes mirine û 492 kes birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê eşkere kir ku li başûrê welêt di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de şer qewimî ye, heta niha di şer de 109 kes mirine û 492 kes birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê têkildarî şerê ku li başûrê Lubnanê di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de qewimî, bîlanço da. Şerê di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de 8’ê Cotmehê destpê kir.
Wezaretê li gorî daneyên nexweşxaneyê diyar kir ku 109 kes mirine û 492 kes birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku ji sedî 92’ê kesên mirin û birîndar bûne mêr in, ji sedî 96 welatiyên Lubnanê ne û ji sedî 62 jî kesên di navbera temenê 22 û 44’ê de ne.
Wezaretê destnîşan kir ku 64 hezar û 53 kes ji cihên xwe bûn.
HÎZBÛLLAH 117 WINDAHÎ DAN
Li gorî bîlançoya rojnameya L’Orîent-Le Joûr ku xwe dispêre daneyên ji aliyê Hîzbûllahê ve hatine weşandin, hat ragihandin ku di şer û bombebaranên Îsraîlê de 117 şervanên Hîzbûllahê mirine.