UAEK: Li Koreya Bakur reaktoreke nû ya nukleerî çalak bû

Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEK) ragihand ku li Koreya Bakur reaktoreke din a nukleerî çalak bûye.

Navenda Yongbyon ku bi 100 kîlometreyî dûrî paytext Pyongyanê ye, di halê hazir de malovaniyê ji reaktoreke nukleerî ya bi kapasîteya pênc megawattê re dike.

Dîrektorê Giştî yê UAEK'ê rafael Grossi roja Pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku ku ji nîvê meha Cotmehê û vir ve ji sîstema cemidandina reaktora avê ya sivik (LWR) 'herikîneke xurt a avêt' hatiye tespîtkirin.

Grossi got, "Ev çavdêriya nû nîşan dide ku gava hatiye valakirin germ e ku ev jî radixe pêş çavan ku rekatorek ketiye dewrê."

Lê belê Grossi diyar kir ku ji bo vê pêvajoyê pêwîstî bi demê heye û bêyî ku destûr bê dayin ku xwe bigihînin reaktorê, UAEK nikare bi misogerî piştrast bike ku reaktor operasyonel bûye yan na.

Grossi got, "Mîna hemû reaktorên din ên nukleerê li LWR'yekê bi sotemeniya hatiye bikaranîn re plutonyûm dikare bê hilberandin. Ev yek jî di jinûve karkirinê de dikare bê cihêkirin. Lewma ev jî cihê fikaran e."

Ji sala 2009'an dema dersînorkirina çavdêran ji Koreya Bakur û vir ve UAEK tenê bi bikaranîna dîmenên peykê hewl dide rewşa nukleerî ya li vî welatî bişopîne.

Koreya Bakur yekemcar di sala 2006'an de nukleer ceribandibû. Ceribandina şeşemîn a nukleerî ya li Koreya Bakur ku di sala 2017'an de hate kirin û ceribandina herî dawî bû, di heman demê de ceribandina herî xurt a nukleerî ya vî welatî bû.

Çavdêr bi fikar in ku Koreya Bakur bi mehan e xwe ji ceribandineke nû ya nukleerê re amade dike.

Koreya Bakur di 18'ê Kanûnê de roja Duşemê fuzeya balîstîk a herî xurt ku ji parzemînekê digihêje parzemîneke din û xwedî wê kapasîteyê bû ku dikare bigihêje xaka Emerîkayê, fuzeya Hwasong-18 ceribandibû.