Li Qahîreyê ji bo agirbesteke nû bi Hamasê re hevdîtin tên kirin

Hat ragihandin ku ji bo dîlgirtiyên Îsraîlî bên berdan li Qahîreyê bi lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye re hevdîtin tên kirin.

Di şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ku 7’ê Cotmehê bi êrîşa Hamasê ya li ser xaka Îsraîlê re destpê kir, bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku dîlgirtiyên di destê Hamasê de bên berdan û ji bo agirbestê, danûstandin didomin.

Di daxuyaniya ku ji Hamasê hate dayîn de hate diyarkirin ku Îsmaîl Haniye yê li Qatarê ji bo têkildarî “êrîşkariya Siyonîst (Îsraîl) û mijarên din, hevdîtinê bi rayedarên Misirî re bike” derbasî Qahîreyê bûye.

Di daxuyaniya ji AFP’ê re hatî dayîn de, hate gotin ku di hevdîtinan de berdana 40 girtiyên Îsraîlî ku jin, zarok û mêr di nav de ne û li beramber wê jî agirbesteke yek heftî jî di nav de gelek pêşniyar wê bên nirxandin.

Çavkaniyê diyar kir ku wê tenê sivîl bên berdan, leşkerên dîlgirtî nayên berdan.

Li gorî çavkaniyeke ji Cîhada Îslamî ya Fîlîstînê, wê lîderê Cîhada Îslamî yê li Şamê Zîad El-Nahala jî di hefteya li pêş me de serdana Qahîreyê bike.

Ji aliyê Îsraîlê jî Serokkomar Isaac Herzog roja Sêşemê daxuyaniyek da û got ku Îsraîl ji bo berdana dîlgirtiyan û alîkariyeke mirovî amade ye.