CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li gorî Îranê êrîşa Hamasê ji bo Qasim Silêmanî bû, Hamasê ev yek derewand
Li gorî Berdevkê Muhafizên Şoreşê ya Îranê Ramazan Şerîf operasyona “Tûfana El Aksa” a ku Hamasê 7’ê Comehê li ser Îsraîlê pêk anî, ji bo generalê Îranî Qasim Silêmanî hate kirin. Lê Hamasê ev yek derewand. -
Li Awûstralyayê hejmara qurbaniyên bahozê bû 7 kes
Di bahoza Jasper a li rojhilatê Awûstralyayê de, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 7 kes. -
Li Kongoyê lehî rabû: Herî kêm 22 kes mirin
Li beşên navîn ên Komara Kongoyê ya Demokratîk di encama baranên tund de lehî rabû. Herî kêm 22 kes mirin. -
Di şerê Xezeyê de nêzî 21 hezar kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di şerê 81 rojan de ya êrîşên Îsraîlê li dijî Şerîda Xezeyê hejmara miriyan bûye 20 hezar 915 kes. -
Azerbeycanê du dîplomatên Fransî dersînor kir
Azerbeycanê bi hinceta ku Fransa piştevaniya Ermenistanê dike, 48 saet wext da du dîplomatên Fransî ku ji Azerbeycanê derkevin. Ji ber vê bûyerê ragêşiya di navbera her du welatan de zêdetir bû. -
Pekîn ji sala 1951’an û vir ve Kanûna herî sar derbas dike
Pekîn a paytexta Çînê ji Kanûna 1951’an û vir ve sartirîn heyva xwe ya Kanûnê derbas dike û pileya germahiyê di bin sifirê de ye. -
Fermandarekî payebilind ê Îranî li Sûriyeyê hate kuştin, Îranê ‘sonda tolhildanê’ xwar
Fermandarê Îranê yê bi navê Seyîd Riza Mûsavî di êrîşa Îsraîlê ya li Şamê de hate kuştin. Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî got ku ew ê tola xwe bistînin. -
Li Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de zêdeyî 160 kes mirin
Li Nîjeryayê rojên Şemî û sibeha Duşemê êrîş li gundan hate kirin. Di encamê de zêdeyî 160 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Awûstralyayê şeva Noelê bahoz rabû
Li rojhilatê Awûsralyayê şeva Noelê bahoz rabû, di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da, nêzî 120 hezar xanî bê elektrîk man. -
Li Iraqê êrîşên DYE'yê: 1 mirî, 24 birîndar
Li Iraqê, di êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de yên li hemberî komên alîgirê Îranê hatin kirin, kesek mir, 24 kes jî birîndar bûn. -
DYE'yê piştî êrîşa li Hewlêrê li Tûgayên Hîzbûllahê xist
DYE'yê ragihand ku piştî êrîşeke nû ya li ser personelên Emerîkî yên li Hewlêrê, êrîş birine ser sê navendan ku ji aliyê Tûgayên Hîzbûllahê û hêzên din ên bi piştgiriya Îranê ve dihatin bikaranîn. -
Parlamentoya Iraqê: Dewleta Tirk zêdeyî 22 hezar binpêkirin pêk anîn
Endamê Komîsyona Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Alî Nîme diyar kir ku dewleta Tirk ji sala 1987’an ve zêdetirî 22 hezar binpêkirin li ser xaka Iraq û herêmê kiriye. -
Îranê sûcdariya DYE’yê ya ‘êrîşa li ser keştiyê’ red kir
DYE’yê têkildarî êrîşa dronê ya li dijî tankereke kîmyewî ya li peravên Hindistanê, Îran sûcdar kiribû. Tehranê ev sûcdarî red kir. -
Li Yemenê agirbesteke nû: Welatên kendavê pîroz kir
Welatên Ereb ên Kendavê soza aliyên li Yemenê şer dikin a ji bo bicihanîna agirbesteke nû û karkirina li ser aştiyê bi kêfxweşî pêşwazî kirin. -
Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: Herî kêm 16 kes mirin
Li Nîjeryayê, êrîşeke çekdarî li ser gundekî hate kirin. Herî kêm 16 kes hatin kuştin. -
Li gorî Hamasê di êrîşa li ser kampa koçberan de 70 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser kampa koçberan de 70 kes mirin. -
Li Srî Lankayê Efûya Noelê: Hezar girtî hatin berdan
Li Srî Lankayê ji hezarî zêdetir girtî ji ber noelê û efûya serokkomariyê hatin berdan. -
Li Xezeyê zêdeyî 20 hezar kes mirin, herî kêm 54 hezar kes birîndar bûn
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê de hejmara miriyan ji 20 hezarê derbas kir. -
Di şerê Xezeyê de rewşa dawî
Şerê Xezeyê di roja 79’an de didome. Artêşa Îsraîlê ragihand ku operasyonên xwe li başûrê Xezeyê bi taybetî jî li Han Yûnûsê zêde kirine. -
Li Srî Lankayê di operasyona li dijî tiryakê de nêzî 15 hezar kes hatin binçavkirin
Li Srî Lankayê polîsan ragihand ku di operasyona li dijî tiryakê de 440 kîlo tiryak desterser kirine û nêzî 15 hezar kes hatine binçavkirin. -
Konseya Ewlekariyê ya NY’ê pêşnûmeya alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê pejirand
Pêşnûmeya alîkariya mirovî ya ji bo Xezeyê ku beriya niha 3 caran hatibû taloqkirin, ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin. -
Serokê Qerebaxê biryara feshkirinê ya 1'ê Çileyê betal kir
Rayedarên Ermenî biryara feshkirina Qerebaxê ya ku di meha Îlonê de ji aliyê Azerbeycanê ve hatibû dagirkirin, di 1'ê Çileya 2024'an de bihata ragihandin, betal kirin. -
Li Çînê di deh salên dawî de cara yekeme qirêjiya hewayê zêde bû
Li gorî lêkolîneke nû ya hate weşandin, li Çînê kalîteya hewayê ku piştî sala 2013'yan kampanya “têkoşîna li hemberî qirêjiyê” hat destpêkirin û vir ve cara yekeme ku îsal xirab bû. -
Li Çînê hejmara qurbaniyên erdhejê bû 148 kes
Li Çînê, di erdheja herî giran a deh salên dawî de ku roja 18'ê Kanûnê qewimî, hejmara qurbaniyan bû 148 kes. -
Ji çar paran parek ji nifûsa Xezeyê di nava xeteriya birçîbûnê de ye
Li gorî raporek sîstema şopandina birçîbûnê ya Neteweyên Yekbûyî, nîv milyon ji şêniyên Şerîda Xezeyê di nava xeteriya birçîbûnê de ne.