Hewldana 78’an serdana Emîne Şenyaşar kir

Hewldana 78’an serdana Emîne Şenyaşar kir ku di roja 89’an de li ber Wezareta Edaletê Nobeta Edaletê didomîne.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetikirin, di roja 89’an de li ber Wezareta Edaletê dewam kir.

Hewldana 78’an serdana Nobeta Edalaetê ya Emîne Şenyaşar kir.

Li ser bendên wezaretê  owîza “Bi niftekirina deriyê wezaretê li hundir xwe veşartin bêkêrî ye. Hevjîn û kurên min li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Yekane daxwaza me edalet e” hat daliqandin.

Di heman demê de Sevînç Çakir ku kurê wê piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hat girtin, di roja 14’an de bi Emîne Şenyaşar re li ber Wezareta Edaletê çalakiya xwe ya rûniştinê domand.

Emîne Şenyaşar piştî çalakiya xwe ya li ber wezaretê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re derbasî Meclîsê bû.