Parlamentoya Iraqê: Dewleta Tirk zêdeyî 22 hezar binpêkirin pêk anîn

Endamê Komîsyona Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Alî Nîme diyar kir ku dewleta Tirk ji sala 1987’an ve zêdetirî 22 hezar binpêkirin li ser xaka Iraq û herêmê kiriye.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê, Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê yê li Parlamentoya Iraqê Elî Nime derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê, ji medya navxweyî ya Iraqê re axivî.

Elî da zanîn ku Tirkiye bi awayek giştî li Herêma Kurdistanê binpêkirinan dike û ranewestiyaye. Elî dibêje, “Tirkiye zêdetirî 300 kîlometre ketiye nav xaka Iraqê. Tirkiye sedema êrîşan jî bi nebûna hêzên Iraqê ya li herêma Kurdistanê ve girê dide. Ji sala 1987’an heya niha, zêdetirî 22 hezar binpêkirin ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve pêkhatiye. Iraqê jî zêdetirî 16 hezar daxwazname dijî Tirkiyeyê pêşkêşî civaka navnetewî kiriye. Lê heya niha Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bersiv nedaye. Hikumeta Iraqê nikare bersiva êrîşan bide, lê herî kêm dikare aboriyê bikarbîne.”