8 sal û 5 meh cezayê girtîgehê li Zelal Bîlgîn hate birîn

Di rûniştina destpêkê ya doza ku aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn lê dihat darizandin, ceza lê hate birîn.

Li Amedê dadgehekê 9 sal cezayê girtîgehê ji aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn birîbû, lê ji aliyê daraz ve hate xirakirin.

Piştre rûniştina destpêkê li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Amedê hate dîtin. Parêzerê Zelal Bîlgîn, Diyar Çetedîr tevlî rûniştinê bû.

Meqamê îdîayê daxwaz kir ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ceza li Zelal Bîlgîn were birîn.

Parêzer Çetedîr berdana muwekîla xwe xwest, şandeya dadgehê red kir ku şahidê veşartî bê guhdarkirin. Dadgehê tenê 7 meh ji cezayê hatî xirabkirin, xist û 8 sal û 5 meh cezayê girtîgehê li Zelal Bîlgîn birî.