Li Xezeyê zêdeyî 20 hezar kes mirin, herî kêm 54 hezar kes birîndar bûn

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê de hejmara miriyan ji 20 hezarê derbas kir.

Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hamasê ku ji sala 2007’an ve kontrola Xezeyê di dest de ye, diyar kir ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve 20 hezar û 424 Fîlîstînî mirine.

Hat diyarkirin ku ji vane 166 di 24 saetên dawî de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî bîlançoya nû 54 hezar û 36 kes jî birîndar bûne.

NETANYAHÛ: EM BERDÊLEKÎ GIRAN DIDIN

Ji roja Înê û vir ve di şerê li Xezeyê de 14 leşkerên Îsraîlê mirin. Têkildarî vê yekê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû got ku welatê wî ji bo şer berdêlekî giran da.

Netanyahû diyar kir ku ew ji bo şer berdêlekî giran didin, lê divê şer bidomînin û destnîşan kir ku şer wê dirêj bike.

Li gorî bîlançoya dawî ku ji aliyê artêşê ve hate eşkerekirin, ji 27’ê Cotmehê û vir ve li ser xaka Fîlîstînê 153 leşker hatine kuştin.