Fermandarekî payebilind ê Îranî li Sûriyeyê hate kuştin, Îranê ‘sonda tolhildanê’ xwar

Fermandarê Îranê yê bi navê Seyîd Riza Mûsavî di êrîşa Îsraîlê ya li Şamê de hate kuştin. Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî got ku ew ê tola xwe bistînin.

Seyîd Riza Mûsavî fermandarekî payebilind ê endamê Mihefizên Şoreşê yên li Sûriyê ye ku roja Duşemê di encama êrîşeke Îsraîlê de hate kuştin.

Li gorî Sefîrê Îranê yê Sûriyeyê Hisên Ekberî mala fermandarê hatî kuştin a li Şamê ji aliyê sê moşekên Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin, xanî hilweşiyaye û cenazeyê Mûsavî jî li hewşa mala wî hatiye dîtin.

Mûsavî di salên dawiyê de di hemû operasyonên şerê Sûriyeyê de cih girtiye. Fermandarê hatî kuştin gelekî nêzîkî fermandarê bi navê Qasim Sileymanî bû ku ew di Çileya 2020’an de li Bexdayê di encama êrîşeke Emerîkayê de hatibû kuştin.

Fermandarê hatî kuştin heyamekê bi Hesen Nasrallah ê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Lubnanî re hatibû dîtin.

Hate zanîn ku di êrîşê de her du alîkarên Mûsavî jî hatine kuştin.

Li gorî hin nûçeyên medyaya Sûriyeyê, fermandarê Îranî yê hatî kuştin di salên dawiyê de xwe ji gelek sûîqestên Îsraîlê xelas kiriye.

Mihefizên Şoreşê daxuyaniyeke nivîskî dan û di daxuyaniyê de got: "Bêguman Rejîma Siyonîst (...) wê hesaba vî sûcî bide."

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî Îsraîl bi kuştina fermandarê endamê Muhafizên Şoreşê sûcdar kir û got ku Îsraîl wê teqez hesaba vî sûcî bide.

Reîsî di daxuyaniya nivîskî de ev yek jî anî ziman:

"Bêguman ev bûyer bêçaretî û lewazbûna rejîma talanker a Siyonîst a li herêmê nîşanî me dide."