Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Heri dawi kengê hevdîtin hatiye kirin eşkere bikin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji Wezareta Edaletê re ku got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûdê ji mafên xwe digire, wiha got: "Eşkere bikin, herî dawî kengî hevdîtin hatiye kirin."

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinên malbatê û parêzeran pêk bên di 7'ê Kanûna 2023'an de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dabûn. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan bersiva serlêdanê da û îdia kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 38 meh in tu agahî jê nayên girtin sûdê ji mafên xwe digire.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî li ser medyaya dijîtal ji bo bersiva wezaretê wiha got: "Em bang li Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dikin ku eşkere bikin herî dawî kengî li Îmraliyê hevdîtina malbatê û parêzeran çêbûyeve."