Li Nîjeryayê di êrîşên çekdarî de zêdeyî 160 kes mirin

Li Nîjeryayê rojên Şemî û sibeha Duşemê êrîş li gundan hate kirin. Di encamê de zêdeyî 160 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Artêşa Nîjeryayê êvara Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku li gundê Mûshû di êrişê de 16 kes mirine û îdîa kiribû ku 'rewş hatiye kontrolkirin'.

Hikumeta herêmî jî diyar kir ku êrîşên Şemiyê û sibeha Duşemê li ser zêdeyî 20 gundan hatine kirin û baş hatine koordînekirin.

Serokê konseya rêveberiya xwecihî ya herêma Bokkosê diyar kir ku di êrîşan de herî kêm 113 cesed hatine dîtin û zêdeyî 300 kes jî birîndar bûne.

Li gorî endamekî meclîsa xwecihî ya Bokkosê, li çar gundên li herêma Barkîn Ladî jî herî kêm 50 kes hatine kuştin.

Ji bo şopandina herêmê û misogerkirina pergala cemaweriyê, hêzên ewlekariyê û personelên leşkerî ber bi herêmê ve hatin şandin.

Berdevkê waliyê eyaletê ragihand ku ji bo astengkirina êrîşan wê hikumet tedbîrên proaktîf werbigire.

Li eyaleta Plateaûyê ku êrîş lê têne kirin, salên dawî rageşiyeke olî û etnîkî heye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nerazîbûnê nîşanî rayedarên Nîjeryayê didin ku di mijara rawestandina êrîşên li eyaleta Plateaûyê neserketî ne.

Şêniyên herêmên ku êrîş lê têne kirin, li hemberî tundiya çeteyên sûc ku weke 'eşqiya' têne pênasekirin û komên cîhadîst di nava tirs û fikaran de ne.